18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Iraqê êrîşî bargeha DYA’yê kirin

Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” ragihand ku bi balafirên biçek ên bêmirov êrîşî baregeha hêzên DYA’yê ya li Tenefê ya li sêgoşeya sînorên Sûriye-Iraq-Urdinê kiriye

Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” daxuyaniyek da û ragihand ku çekdarên wan bi 2 balafirên bêmirov ên biçek êrişî baregeha Tenef a hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiriye û armancên xwe pêk anîne.

Ajansa Reutersê jî li gorî çavkaniyên hikumetê diyar kir ku pergala parastinê 2 balafirên bêmirov ên biçek ên ku êrîşî baregeha li herêma Tenef a Sûriyeyê dikir, xistine xwarê.

Li aliyê din sekreterê giştî yê tevgerê ragihand ku komên çekdar “Tevgera Nuceba” biryara “rizgarkirina Iraqê ji hêzên biyanî” daye.

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) jî daxuyand ku leşkerên wan ên li Sûriye û Iraqê ji 17`ê Cotmehê ve 27 caran bi êrîşan re rû bi rû mane.