6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja Kobanê li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin

Bi boneya ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar ketin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ew serî li hember fedakariyên şehîdan ditewînin û hate destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ji bo çeteyên DAIŞ′ê û piştevanên wan, di serî de dewleta tirk, derseke dîrokî ye, her wiha li dijî dagirkeran destaneke lehengiyê bû.

Her wiha hate gotin divê herêmên dagir kirine, werin rizgarkirin, di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Li aliyekî din jî Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê tevahî şehîdên şoreşa azadiyê, şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn. Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan û bi xwendina ji hêla hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menen Cafer ve hatine dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana ku YPJ′ê, YPG′ê û gelê li Bakurê Kurdistanê û şoreşgerên welatparêz raber kirine û gelek ji wan şehîd bûne destaneke bêhempa di sedsala 21′an de.

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku ji aliyekî ve cîhanê bi hevalbendiya hikumeta AKP′ê bi DAIŞ′ê re nas kir û vê yekê jî rûyê AKP′ê aşkera kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi piştgirê DAIŞ′ê, dewleta Tirk a dagirker kir ku ew ji bo tolhildana têkçûyîna wê li Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û gelê Kurd bi dare zorê da koçberkirin, her wiha bi hevkariya aliyên îdia dikin Kurd in, êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Di dawiyê de soza dewama şoreşa azadî û biratiya gelan ji Rêber Abdullah Ocalan re hate dayîn, her wiha soza rizgarkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê hate nûkirin.

Qamişlo

Meclisa Qamişloyê bi beşdariya endamên meclisê li pêş avahiya meclisê ya li taxa Beşîriyê ya bajêr daxuyaniyek da û ji hêla hevseroka meclisê Hûriye Şemdîn ve hate xwendin.

Meclisê anî ziman ku Kobanê veguherî mîraseke lehengane ji bo gel û ji bo cîhanê ji hêla lehengiyên YPJ′ê û YPG′ê bû mîraseyeke mirovî û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê û dewleta Tirk a faşîst hate şikandin.

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya gelên cîhanê têkildarî piştgiriya berxwedana Kobanê re hate kirin û soz hate dayîn ku heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Amûdê

Meclisa Navçeya Amûdê lehengiya berxwedana Kobanê bi daxuyaniyekê bi beşdariya dehan xelkê navçeyê bi bîr xist. Hevseroka meclisa navçeyê Nowroz Elî li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser berxwedana Kobanê ku bû kaniya serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kişandin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker heta niha têkçûyîna çeteyên DAIŞ′ê qebûl nekiriye, ji lew re êrişên li dijî herêmê pêk tîne, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmên ′Bijî berxwedana Kobanê′ û ′Şehîd namirin′ hatin berzkirin.

Çilaxa

Meclisa Navçeya Çilaxa bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û Kongra Star daxuyaniyek li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ve hate xwendin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Çilaxa Mihemed El Faris ve hate xwendin û got berxwedana Kobanê girîng e, ji ber ku ji bo rizgarkirina tevahî gelan û parastina rûmeta mirovahiyê bû kevirê goşeyê û bingeha pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a Rêber Abdullah Ocalan.

Girkê legê

Her wiha Meclisa Navçeya Girkê Legê hembêzkirin û piştgiriya tevahî gelan, enternasyonalîst, Kurdistanî û tevahî gelê Sûriyeyê bi Kobanê re spas kir. Der barê de meclisê li pêş navenda xwe ji hêla endamê rêveberiya Komîteya Dibistanan a Girkê Legê Salih Hemo ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga piştgiriya şoreşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta serkeftinê hate kirin.

Dêrık

Li aliyekî din jî Meclisa Bajarê Dêrikê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da û ji hêla endama meclisê Êlîn Îsa Corcis ve daxuyanî hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got berxwedana Kobanê û berxwedana Arîn û Rîvana wijdanê tevahî gelên cîhanê şiyar kir û bang li gelên azadîxwaz kir ku piştgiriya xwe ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dijî dagirkerî û êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam bikin.

Til Hemîs

Li navçeya Til Hemîsê jî bi dehan endamên saziyên sivîl û meclis li pêş meclisa navçeyê kom bûn û daxuyaniyek da. Endamê rêvebeirya Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Yûsif El Muhewes daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin Roja Kobanê ya Cîhanê xala veguhartine ne tenê ji bo Kobanê ye, lê belê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn e û xaleke girîng a pêwîstiya piştgiriya gelan ji hev re ye.

Tirbespıyê

Li Tirbespiyê jî endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan li pêş meclisê kom bûn û li wir cîgira hevserokatiya meclisa navçeyê Nalîn Temo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serkeftina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê bi dest xistiye serkeftina ji tevahî mirovahiyê re ye, her wiha bang li gelê herêmê hate kirin ku bi ruhê berxwedana Kobanê ve girêdayî bin û dersan jê derxin. Ji ber ku ew rêya yekane ya ber bi azadî, demokrasî û biratiya gelan a di bin bane neteweya demokratîk de ye.

TiL Koçer

Meclisa Navçeya Til Koçerê bi beşdariya endamên meclisê daxuyaniyek da û daxuyanî ji hêla endamê meclisê Salih El Kino ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev dîrok ji bo çeteyên DAIŞ′ê û dewleta Tirk dersek e û xala civandina gelan e.

Meclisê got di vê qonaxê de ji xebatên destpêkê yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rizgar bikin.

Tebqa

Li Tebqayê jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek. Hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin 1′ê Mijdarê roja berxwedana li dijî hovantirîn çeteyên mirovahiyê nas kiriye û ji bo tevahî cîhanê ne tenê herêmê roja serkeftinê ye, her wiha roja hilweşîna xewnên dewleta Tirk a dagirker li ber dîwarên Kobanê û xala veguherîna bidawîkirina çeteyên Tirkiyeyê yên bi nûnertiya DAIŞ′ê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana YPJ′ê û YPG′ê rêgeza berxwedan û baweriya dozê veguherand pratîkî ji bo pêkanîna serkeftinê.