22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan

Namzetê Serkkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev peyam da ciwanan: “Li vî welatî hejmara kesên guherînê dixwazin ji yên naxwazin bêhtir e. Min peyama hevalên xwe yên ciwan girt.”

Namzetê Serokkomariyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Tûra ewilî xelas bû. Rastiya herî mezin ev e, ji sindoqê peyama guherînê derket. Li vî welatî êdî hejmara kesên guherînê dixwazin ji kesên guherînê naxwazin zêdetir e. Lê ev tişt jî êdî zelal e, ji bo xelasiya ji îktîdareke wiha zordest, aliyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe jî em in.

Min peyama hevalên xwe yên ciwan girt. Ser serê min e. Ez ê ji fikarên wan re bibim bersiv lê divê ew jî dengê min bibihîsin. Her tişt êdî di qonaxeke wisa de ye ku kesên bi girêka baraz mirov dikuştin şandin meclisa pîroz! Ji bo kesên jinan mîna tiştekî bêruh dibînin hemû rê hatin vekirin. Derba herî mezin jî li ciwanan dan. Pereyê wê yê ku têrî tu tiştekî bike nîne. Heta hûn neçarin ji bo vexwarina qehweyekê jî bifikirin. Daxwaza we ya jiyanê ji we dizîn. Lê ciwantî bêfikaretî ye. Ev yek tenê yekê rojê jî bi we nedan jiyîn.

Dema em nîqaşa vê dikin, ew li dijî we bûne yek. Ka îcar em lê binêrin bê ka di dawiya rojê de di destê me de çi heye? Tarîtiyeke bêbin… Gelo hûn di ferqa vê de ne? Dê ciwantiya we êdî careke din li we venegere. Tenê 12 rojên me mane. Heke em ji vê tunela tarî derketin derketin…”