spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bismilê 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin

Li Bismilê 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy got ku gelek rewşên bi vî rengî qewimîne û da zanîn ku dê îtîraz bikin.

Partiya Çepên Kesk di sindoqa Hejmar 1234 a li Dibistana Seretayî Esma Ocak a navçeya Bismil a Amedê bi 233 dengan partiya yekemîn derket.  Di vê sindoqê de 279 hilbijêran dengê xwe dane. Partiya Maf û Azadiyan dengek, Tevgera Komunist a Tirkiyeyê dengek, Partiya Yenîden Refahê dengek, Partiya Yekitiya Hêzê dengek, Partiya Çep dengek, Partiya Îyî 2 deng, Partiya Yekitiya Mezin 3 deng, Partiya Gel a Komarê 4, AKP’ê 20 û Partiya Çepên Kesk jî 233 deng wergirt. Ji bo MHP’ê jî tu deng derneketin. Her wiha 12 deng jî hatin betalkirin. Dengek, bi girteka bi îmzeya şil hatin qeydekirin.

Hat tespîtkirin ku 233 dengên Partiya Çepên Kesk ên di wê sindoqa navborî de derketin, ji bo MHP’a ku tu deng negirtibûn hatine nivîsandin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Gelek sindoqên mîna vê sindoqê hene ku deng ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Hemû girtekên bi îmzeya şil û qeydên li pergala daneyan a YSK’ê hatine barkirin me dan ber hev û em ê îro îtîrazê bikin.”