3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama mîtînga Cizîrê: Heta azadiyê dê têkoşîn bidome

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mîtîng li dar xist. Jinan di mîtînga Cizîrê de gotin ‘Heta azadiyê dê têkoşîn bidome.”

TJA’yê bi boneya 8’ê Adarê li Cizîrê mîtîng li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Part) a Şirnexê û Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, namzetên hevşaredar ên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Şirnexê û bi sedan jin beşdarî mîtîngê bûn.

Jinan li qada mîtîngê pankarta “Bi Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” daliqandin, dowîzên bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Zarokên rojê”, û “Bijî berxwedan. zindanan” hilgirtin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanê” berz kirin.

 Bêrîtan, Zîlan, Bêrîvan…

Hevseroka DEM-ê ya Bajarê Şirnexê Nurcan Alturk axaftina vekirinê ya mîtîngê kir û got; “Îro em ê serhildan, têkoşîn û hevgirtina xwe bi hev re pîroz bikin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Azadî di bin lingên jinan de ye. Bêrîtan, Zîlan û Bêrîvanan keda jinê di dîrokê de nivîsandin. “Heta jin azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê TJA’yê Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan jî axivî û got, “Em weke TJA’yê roja jinên têkoşer li hemû jinan pîroz dikin. Em jinên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bîranînên wan dê riya me ronî bikin.”

Adalet Fîdan diyar kir ku li her derê cîhanê û li Kurdistanê şer diqewimin û got, “Cewher tê qetilkirin, jin tên qetilkirin, lê em ji wan re dibêjin ku em tu carî paşve gavê navêjin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di şexsê Leyla Guven û Ayşe Gokhan de hemû jinên li girtîgehan silav dikin û 8’ê Adarê pîroz dikin.”

‘Li zindanan tecrîdeke giran heye’

Adalet bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku berdewam dikin û got: “Hevalên me 103 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan tecrîdeke giran tê meşandin.  Em weke jin dikarin vê tecrîdê bişkînin. Bi berxwedana xwe em ê tecrîdê bişkînin û hevalên xwe azad bikin.”

Piştî axaftinan ewil koma Aryen û Rojda derketin ser dikê. Girseya gel bi stranên hunermendan govend gerand û bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Mîtîngê bi govbendê bi dawî bû