3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elewîtî û “îkrar”

Kurêş Dêrsimî

Ji bo hev ronîkirin, xurtkirin, wek hev jiyîn û hwd. pêwistî bi bawerkirinê heye. Ji bo mirov vê çand û baweriyê bide jiyîn jî divê mirov şertên hewce bi cih bîne. Soz û îkrar jî di nav civakê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser peyva “îkrar” rawistim. Bêguman ez di wê baweriyê de me ku kêm zêde herkes dizane îkrar çi ye. Lê belê dîsa jî ez dixwazim hinekî vebêjim û pêve girêdayî bê çand û baweriya elewîtiyê ji bo her kesî û bi taybetî ji bo civaka kurd bê çi îfade dike bînim ziman.

Di elewîtiyê de soz; “îkrar” e. Îkrar, biryar ango qewlê “mûsahîpî yanî xwişk-biratî” ye ku li ser zarokên di navbera du malbatên ne ji heman xwînê ye tê dayîn e. Ev îkrar yanî soz; dibe xwişk û biratiya ji heft bavan bi hev ve girêdayî. Ji ew îkrara ku tê dayîn qet jêveger nabe. Ew sozê ku di vê rêyê de tê dawîn heta mirênê tê girtin. Ew îkrar ango soz mirovan qet naêşîne. Di heman demê de hevgirtin û hêzdayîna hev e.

Ev biryar di heman demê de ketina rêyekê ye. Jiyan bi xwe jî rê ye. Di çanda û baweriya elewîtiyê de rê gelek  girîng û bi wate ye. Rê di heman demê de navê ew bawerî û felsefeyê ye. Yên ku li ser heman rê û baweriyê be; ew dibin hevrê, dibin can, dibin giyan, dibin xwişk û bira.  Yên ku ji wê rêyê derbikevin jî ji wan re dibêjin “jirêderketî”. Kesên ku ji rê derdikevin jî êdî nabe hevrê, can, xwişk û birayê hev ê wê baweriyê. Rê di wateyeke din de jî “Rêya Heq” e yanî “Raa Hak” ku Rêya Xweda ye. Ew “Heq-Hak-Xweda” di wateya hemû heyînan de tê gotin. Rêwîtî bi xwe jî bi hevrêyan xweş e.

Kesên ku hay ji çand û baweriya elewîtiyê hebe, tê wê wateyê ku ew kes asta wî/wê ya têgihiştinê zêde ye. Yanî keseke/î bi aqil, xwedî hiş, têgihiştî û bîrbir e. Tişetekî wisa ye ku ew fêhm di dibistanan de nayê dayîn û wekî baweriyên din ne xwedî derfetên materiyalan e jî. Ew têgihiştin-perwerde-zanîn tenê li mal-balbat û ji derdora xwe pêş dikeve. Yanî xwezayî û civakî ye. Jixwe xweza û civak jî zanebûneke gerdûnî diafirîn e. Ya rast gelek fîlozof hene ku ji vê baweriyê sûd wergitine û ji vê çavkaniyê vexwarine.

Ji lewre jî felsefeya baweriya elewîtî; ne bi “îmanî” “aqilane” ye. Hemû pirsgirêkan bi mirov û zindîwaran ve girêdayî bi rêya aqil çareser dikin. Di bingeha vê baweriyê de jî “rêya aqil” yek. Kesê ku bi aqil rê nemeşe, ew tenê ne di tarîtiyê de ye, di heman demê de ew bi xwe tarîtiyek e û tarîtiyê diafirîne. Lewre jî kesên “bêaqil” di heman demê de ew kesên ku dawî li ronahiyê tînine jî. Bêronahî mayîn, tarîtî jî ji bo me mirovan mirin e! Ji bo pêşîgirtina mirin û tarîtiyê pêwîstî bi ronîhiyê heye. Ji bo hev ronîkirin, hev agahdarkirin, hev xurtkirin, bi destên hev girtin û hev rakirin, bi hev re rê meşîn, hev têrkirin, wek hev jiyîn û hwd. pêwîstî bi bawerkirinê heye. Ji bo mirov vê çand û baweriyê bide jiyîn jî divê mirov şert û mercên hewce bi cih bîne. Soz û îkrar jî di nav civakê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Di vê wateyê de em dibînin ku her gotin, soz û îkrar di baweriya elewîtiyê de bê çiqasî girîn e.  Di bingeha xwe de ev çand û baweriya kevnar a elewîtiyê ku yek ji baweriya herî kevnar a civaka kurd divê her kurd lê xwedî derbikeve û bide jiyîn. Lewre ne baweriyeke ji ola yek xudayî ye. Rasterast baweriyek civakî, xwezayî, çandî û exlaqî ye. Di destpêkê de jî divê ew pêşdarazî bê beralîkirin û piştre jî bê fêhmkirin ku bê ka ev çand, bawerî û felsefe tiştekî çawa ye. Çiqasî mirov, civakî, exlaqî û xwezayî ye? Çiqasî ji bo civak û xwezayê kêrhatî ye? Her pêkanîn, rîdûel û îbadetên baweriya elewîtiyê tê çi wateyê? Her gotin, soz û îkrar tê çi wateyê? Divê mirov li bi hûrgulî li ser raweste û li ser bifikire.