spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran jin li Egeyê bang kirin: Em bi hevre xurt in

Bi deh hezaran jin li Herêma Egeyê bi boneya 8’ê Adarê daketin kolanan û daxwazên xwe anîn ziman. Jinan gotin: “Em bi hev re xurtin.”

Bi deh hezaran jin li Egeyê bi wesîleya 8’ê Adarê daketin qadan. Bi banga Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) di Meşa Şevê ya Femînîst de kom bûn û ji ber Navenda Çanda Turkan Saylan heta OSYM’ê meşiyan. Jinan pankarta ‘Lidijî kapîtalîzma patriarkal, malbata pîroz û şer hêza me ji femînîzmê ye’ hat vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî bexwedana jinan hat verzkirin. Daxuyaniya Kurdî Belkisa Suleymanoglu, ya Tirkî jî Nuray Ozturk xwend.

Jinên Tevgera Jinen Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ji ber Îskeleya Vapurê ya Alsancak derbasî ber Navenda Çanda Turkan Saylsan bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, însiyatîfa dayikên aştiyê û gelek jin tevli meşê bûn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyar kirin ku AKP-MHP û Partiya Yenîden Refah jin û LGBTÎ’yan hedef digirin û wiha hat gotin: “Piştî fehskirina Peymana Stenbolê êrîşê qanûna hejmar 6284 dikin. Niyeta me tuneye em destkeftiyên xwe rastê serdestiya mêr bikin.Di rejîma kedê ya AKP’ê ava kiriye de ked û jiyana jinan her diçe eerzan dibe. Bi xizaniyê re tundiya li ser jin û LGBTÎ’yan zêd edibe. Li hember jiyana jinê tehdîd  hene.”

 ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li hember tevgera jinan, şoreşger û Kurdan êrîş didomin û di daxuyaniyê de ji girtiyên siyasî re azadî hat xwestin û wiha hat gotin: “Piştevaniya m ey abi gelê Kurd re wê bidome. Em ê cîhaneke bê şer, bê binpêkirin, azad û femînîst teqez ava bikin. Xwendekarên zanîngehê di şertên xerab de hatine mahkumkirin û xizanî giran dibe. Ji întîxarên xwendekaran desthilatdarî berpirse.Em ê jiyaneke adîlane û wekhev, aştiyane biparêzin. Em qebûl nakin ku fatureya krîzan li penaberan, li her kesî bê birîn. Meş di reqs û dirûşmeyan bidawî bû.”

Mugla

Li Muglayê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Mentereş jin li Parka Akyol hatin gel hev û heta Qada Sinirsizlik meşiyan. Jinan pankarta ‘Ji bo jiyanek azad û wekhev jin li kolanane’ vekirin. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. metna daxuyaniyê Havva Çakar û Asli Ercan xwendin.

Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Muglayê Cansan Susoy axivî û da zanîn ku ew li dijî tundî, şer û xizaniyê di têkoşînê de ne.

Manîsa

Bi banga Platforma Jinan a Manîsayê jin li Qada Hukumet hatin gel hev û daxuyanî dan. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî piştevaniya jinê’ berz kirin. Di daxuyaniyê de li ser navê jinan sekretera jinan a Egîtîm Senê Bengî Kanat daxuyanî xwend.

 Aydin

Bi pêşengiya Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê meşa şeve destpêkir û heta qada bajar a ligel avahiya Şaredariya bajarê Mezin a Aydinê berdewam kir. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyana azadî’, ‘bijî piştevaniya jinê’, ‘Em natirsin em bêdeng namînin’ berz kirin.

Li ser navê platformê Alev Karakay daxuyanî xwend.

Denîzlî

Jinên bi banga Platforma 8’ê Adarê hatin gel hev, li Parka Candogan daxuyanî çapemeniyê dan. Jinan dirûşmeyên ‘wê cîhan biheje’,’jin jiyana azadî’, ‘bijî piştevaniya jinê’, ‘jin bi hev re xurtin’ berz kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a KESK’ê Ebru Acar Koç daxuyanî xwend.