spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezran jin li Taksîmê meşiyan

Bi hezeran jin li Taksîmê bi dirûşmeya ‘Rizgariya me di têkoşîna femînîst de ye’ ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ li dar xistin.

Platforma Meşa şevê ya Femînîst a 22’emîn bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîm a Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin. Bi hezaran jin civîyan û dovîz rakirin û dirûşme berz kirin. Jinên ku bi coş ketin Taksîmê, Qada Taksîmê bi rengê mor xemilandin.  Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, endamên meclîsa jinan  tevli meşê bûn. Jinan di meşê de dirûşmeya “jin jiyan azadî” berzkirin.

Bi hezaran jin ji Kolana Siraselvîler  meşiyan qada Taksîmê û bê navber dirûşm berz kirin. Polîsan hewl da meşa jinan asteng bike û jinan bi dirûşmeyan bersiv dan. Jinan dirûşmeyên “jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî”, “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Dengê serhildanê bilind bike”, “Bi înat îsyan bila bê bav, dewlet, cop” berz kirin.

Jinan di meşê de dovîzên “Berxwedan jiyane”, “Her tim pevçûn bû jiyana min”, “qanûn li kolanan tê nivîsin”, “Her der berxwedan her der Taksîm” hildan.

Polîsan xwest meşa jinan asteng bikin, lê jinan barikat derbas kirin û meşiyan. Jinan li pişt pankarta mezin a ‘Serhildana femînîst’ meşiyan. Piştî hejmara jinan zêde bû û ji hezaran gihiştin dehezaran, bi coş û serhildanek mezin berbi Cîhangîrê ve bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn. Jinan di meşê de navê jinên hatine qetilkirin jimartin û bi yek dengî gotin ‘em li vir in’.

Jinên Kurd ku mohra xwe li meşê xistin. Jinên kurd bi dovîzên “Hevserokatî Xeta Me Ya More!”, “Jin jiyan azadî”, “Nexşerêya Xeta Jine”, “Berxwedana Berîtanan li kampusan deng didin”, li ber erbaneyan govend gerandin.

Jinên li malên xwe jî, ji eywan û şibakeyan piştgirî dan meşê.