28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana bi Lîbyayê re ne qanûnî ye

Hikûmeta Lîbyayê ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeyba ya ku dema wê bidawî bûye, piştgiriya xwe ji dewleta tirk digire û desthilatê dewrî hikûmeta Fethî Başaga nake, bi hikûmeta tirk re peymanan girêdide.

Hikûmeta Lîbyayê ya ku dema desthilata wê bidawî bûye, doh li Trablusê bi Tirkiyê re li ser lêgerîna enerjiyê peymanek destpêkî îmze kir, lê ev peyman rastî nerazîbûna gelek welatên herêmê tê. Di serî de Yewnanistan û Misirê dijberiya xwe  li hember her çalakiyek li deverên nakok ên rojhilatê Deryaya Spî ragihandin.

Her wiha ev peymana di navbera dewleta tirk û hikûmeta Dubeyba de  ji alî hikûmeta fermî ya bi serokatiya Fethî Başaga ve jî hate redkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û Wezîra Derve ya Lîbyayê Necla El-Manquş di merasîma ku li Trablusê pêk hat de dan xuyakirin ku ev peyman yek ji çend rêkeftinên di çarçoveya rêkeftina lihevtêgihîştinê ne li ser mijarên aborî ku bi mebesta sûdwergirtina her du welatan e.

Hêjayî gotinê ye ku beroiya niha jî hikûmeta tirk dîsa bi rêya hikûmeta demî ya wê demê di sala 2019’an de hin peyman bi hevre girêdabûn ku rastî nerazîbûna welatên din ên rojhilatê deriya Spî hatibû û ev peyman ji alî Yewnanistan, Misir, Qibris û Israîlê ve hatibû rexnekirin.

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê nerazîbûna xwe ji vê peymanê anî ziman û wiha got: “Em dê bi hemû şêwazên hiqûqî û li gorî qanûnên navdewletî yên deryayê mafên xwe yê deryayî biparêzin.”

Her wiha Misir û Yewnanistanê dan xuyakirin ku mafê hikûmeteke ku dema wê bidawî bûye tune ye ku tu peymanan bi tu dewletan re imze bike.

Her wiha serokê parlamentoya Lîbyayê jî got ku ji alî qanûnî ve ew peyman betale ji ber tu mafê hikûmeteke demî ya ku dema deshilata wê bidawî bûye, peymanan imze bike.