13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên Xameney pêşî li serhildana zanîngehan negirt

Çirûska serhildana gelê Îranê ya di 16’ê îlonê de bi kuştina Jîna Emînî dest pê kir di heftiya sêyemîn de bi xurtî berdewam dike. Xwepêşandan li zêdeyî 30 bajarên Îranê belav bûn û di van rojên dawî de li zanîngehên Îranê xwendekar li ser piyane.

Doh piştî destwerdana tund a li dijî xwendekarên zanîngeha Tebrîzê  hin karkerên neft û petrokîmyayê nerazîbûnên xwe anîn ziman û dan xuyakirin ku ew dê dest ji kar berdin.

Lîderê olî yê Îranê Alî Xameneyî piştî demeke dirêj ji bêdengiyê daxuyaniyek der barê nerazîbûnên gel de da û tê de wiha got: “Amerîka û Israîlê li pişt van nerazîbûnan disekinin”

Xameney bi vî rengî xwest ku nerazîbûn û serhildana gel bi hêzên derve ve girêbide da ku destwewrdana tund a li dijî xwepêşandanan rewa bike, lê gelê Îranê ne bi vê gefê ne jî bi destwewrdana tund a hêzên ewlekariyê gav bi paş de neavêt û nerazînên xwe bi xwepêşandan û bi şêweyên cuda berdewam dike.

Berê derbarê çalakiya karkeran de hatibû gotin ku ji ber 2 mehan pereyên xwe negirtine lê karkeran daxuyaniyek da û tê de desthilata Îranê hişyar kirin û wiha gotin: “Heke girtin, binçavkirin, destwerdana tund a li dijî xwepêşandêran û tundiya li dijî jinê ya bi behaneya sergirtinê bidawî nebe, ew dê bêdeng nemînin û ji bo piştgiya gel wê dest ji kar berdin.”

Ji aliyekî din ve hin parêzer li Tehranê li ber komeleya Fars a parêzeran civiyan lê hêzên ewlekariyê destwerdana vê çalakiya parêzeran kir. lê parêzeran li nava komeleyê civîna xwe berdewam kirin.

Doh ev zanîngeh tevli li xwepêşandanan bûn: Zanîngeha Tehranê, Azad beşa Bonk, peymangehên zanîngeha Buhiştî, zanîngeha Ferdewsî Meşhed, zanîngeha Razî ya Karmanşahê, Zanîngeha Tebrîz, sanayî Şîraz, zanîngeha Cehrem, zanîngeha Damixan, Semnan, Kerkan, zanîngeha Sine, zencan, xerem abad  û Urmiye.