17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizgoyê şivan û Bekir axa

Rizgo şivan li ber pezê Axê bûye. Rizgo mirovekî bi huner û pêkhatî bûye . Ji bilî şivantiyê Dengbêj û bilûrvanek navdar bûye. Der û dor jê hez kirine , ji ber wê li ba Axê sekiniye. Lê Axa heq û mafê Rizgo giran didayê. Nexwestiye ji ba xwe derbixe û wek nanoziko pê kar û xebata xwe daye kirin.

Car caran îsyan kiriye û gotiye ku tu mafê min nedî ez naçim ber pezê te. Axa car bi car bi sond û selewatan ew daye sekinandin . Ji bilî Axa nikaribûye li dereke din kar bibîne. Ew gundî û hemû kesên di herêmê de bûne wek malbatekê . Di şîn û şahiyan de kilaman dibêje. Car caran jî kilam û sitrana avêtiye ser Axayê xwe. Belê Axa jî destê wî ji Rizgo nebûye ku dest jê berde.

Dibe bihar mal derdikevin zozanan kon û warên xwe datînin, bicîh dibin . Hemû gundî bi tevî sewal û şêniyên xwe bi cîh dibin . Rizgo li ber keriyê Axa ye , Kulav li nav mil e, pez diçêrîne. Axa siwarê hespê xwe yê rehwan tê nava kerî.

Rizgo tê ba Axa dibêje ; Mîrê min ev çend sal in ez li ba te me lê tu mafê min nadî . Ez dixwazim ji xwe re bizewicim malekê deynim. Axa dibêje ; Rizgo ez bi serê Ehmedê Xanî sond dixwim îsal kaviran difroşim, mafê te yê li ba min hemûyî didim te.

Li diyarê zinaran kerî li zozan û çiyan diçêre. Axa ji hespê xwe peya bûye ew û Rizgo çixareyê dikişînin .

Bi carekê re dibe req e reqa ewr û asîman, birûsk vedidin. Ji çiyan de tavî tê wek ku berê rojê were girtin. Zîpik û baran dest pê dike. Axa dest bi selewatan dike û dibêje ; Ya Reb me bisitirîne, gelo qîyamet radibe . Rizgo duayan bike. Ya Rebî tu mal û canê me û zarokên me biparêzî. Ya reb Rizgo, şahidê min û te be ku ev tofan ji ser me derbas bibe, ez ê ji nava pez û malê xwe yê şîrîn bibijêrim û sedeqe bidim .

Dema Bekir axa vê duayê dike , Rizgo radibe der zinarek mezin û wiha dibêje ; Ya Xweda tu her tiştî dibînî û dizanî. Bi navê te sond dixwim Bekir axa derewan dike.

Ev heft sal e ez şivantiya wî dikim ,min dixapîne mafê min nedaye. Xirab û wêran bike, zarokên wî biparêze lê mal û milkên wî serobino bike .

Ne ji min û ne jî ji wî re . Ya Xweda ku tu xirab nekî, welahîn derewan dike di rêya te de mirîşkekê jî nade.