4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peymana Lozanê û Kolonyalîzma Zayendî

Damezrandina netewe-dewleta tirk a bi “yek netewe, yek ziman û yek ol” li ser esasa tunekirin, derbiderkirin û biçûkxistina civakên netirk pêş ket. Bandora vê helwesta kolonyal li ser hemû civakên netirk, bi taybetî li ser civaka kurd û di nava civaka kurd de jî li ser jinan bi awayekî gelek tevlîhev hat jiyîn. Dema mirov kolonyalîzmê û mijara zayendî bi hev re bifikire, encam û bandorên wê hîn tevlîhevtir û komplekstir dibin.

Têkiliya di navbera avakirina dewleta tirk, polîtîkayên wê yên mêtîingeriyê û bandora wî ya taybet li ser jinên kurd  mirov dikare di çarçoveya konsepta “kolonyalîzma zayendî” de binirxîne. Kolonyalîzma zayendî li ser esasê têkbirina têkiliya gelên xwecihî yên bi hev û din re û bi axê re pêş dikeve. Kolonyalîzma zayendî jinên xwecihî ji xwezaya xwe ve bindest dibîne û di vê çarçoveyê de; 1- Nirxên civakên xwecihî ku bi giranî li derdora nirxên jinê ava dibin, tune dihesibîne û wan bêmoral/bênirx îlan dike. 2- Bi vî awayî wan derîmirovî pênase dike. 3 – Li ser vî esasî destdirêjî û tahakkuma zayendî û şîdeta zayendî li ser jinên xwecihî meşrû û ji rêzê dike. Di mînaka jinên kurd de em dibînin ku ev hersê awa jî bi awayekî sîstematîk hatine meşandin. Li hêla din wekî polîtîkayeke bingehîn a mêtingerî û dagirkeriyê civak bi xwe tê seksualîzekirin û yekser di şexsê jinê de destavêtin, piçûk xistin û bêrûmetkirin tê esasgirtin.

Ev helwest di polîtîkaya mêtinger a neteweya dewleta tirk de bi gelek mînakan dikare bê analîzkirin: Di çarçoveya plana şark islahatê de memûrên dewleta tirk li Kurdistanê bi taybetî ji bo asîmîlekirina gelê kurd dihatin bikaranîn. Memûrên ku bi jinên kurd re dizewicîn, dihatin xelatkirin. Armanc ji hêlekê de bi riya zewacê tirkkirina kurdan bû, li hêla din têkiliya nav civakê bi hev re qutkirin û ya herî girîng jina kurd ji civaka wê qetandin bû. Ji salên 1926 heta 1950’an dewleta tirk bi awayekî sîstematîk keçikên kurd ji malbatên wan digirt û yan bi riya perwerde, an bi riya koçberkirinê dest datanî ser jiyana wan. Mînaka herî zêde tê dizanîn di vî warî de “Keçikên Winda yên Dêrsimê” ye. Ev keçên biçûk, piştî komkujiyê ji malbatên xwe hatin girtin û li dibistanên şevînî hatin bicihkirin, radestî rayedar an burokratên tirk hatin kirin.

Yek ji herî polîtîkayên bingehîn ên kolonyal ku hîn jî Tirkiye pişta xwe lê dispêre, bi riya perwerdehiyê tirkkirina kurdan û asîmîlasyona çand û civaka kurdan e. Hemû polîtîkayên mêtingeriyê di bingeha xwe de aliyên spesifik ên zayendî diparêzin, lê ev yek herî zêde di perwerdeya kolonyalîst a Tirkiyeyê li dijî jin û keçên kurd de xwe dide der.

Wek mînak, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê li gelek bajarên kurdan dibistan hatin vekirin û keçên biçûk ên kurdan bi zorê li wan dibistanan hatin komkirin. Armanca yekemîn a van dibistanan, hînkirina zimanê tirkî û bênirxkirin û bêrûmetkirina ziman û çanda kurdî bû. Bi vekirina enstituyên keçikan zarokên keçik bi zorê ji malbatên xwe hatin girtin û li enstituyan hatin bicîhkirin. Kampanyayên ji bo perwerdehiya zarokên keçik û dayikên wan hatin destpêkirin. Bêguman li vir mijar ne perwerdekirina zarokan, lê asîmîlekirina wan bû. Lewre bi vî awayî yek ji çavkaniyên herî bingehîn a ji bo domandina ziman û çanda kurdî, ku li ser helwesta jinan pêş diket, dixwest bê çikandin. Yek ji guhertinên civakî yên bi Peymana Lozanê bi taybetî bandoreke xurt li ser jiyana jinên kurd kir, koçberiya bi darê zorê bû. Bi milyonan kurd di sedsala dawî de axa xwe, mal û milkên xwe terikandin û koçî pêşerojeke nediyar kirin. Koçberiya bi darê zorê weke travmayeke civakî, siyasî û şexsî hat jiyîn. Bandora vê yekê hîn jî ji me re ne diyar e. Li aliyê din modernîzekirin û polîtîkaya mêtingeriyê ya dewleta tirk a bi armanca tunekirina nirxên çandî yên kurdan di serî de êrişî jiyana kolektîf a jinan kir. Têkiliya wê ya bi xwezayê re bi malbat û xizmên wê re, bi ziman û bi nifşên dû re bi awayên cuda hatin hedefgirtin.

Jinên kurd ji roja damezrandina komarê heta niha di serî de ji asîmîlasyon û siyaseta kolonyalîzma dewleta tirk a li ser kurdan bandor bûne. Hemû polîtîkayên dewleta tirk divê di çarçoveya rexneya dekolonyal de bê fêmkirin ku tekez dike ku hêzên kolonyalîst axa ku kolonyal dikin wek jin dihesibînin û bi vê xeyalê hemû êrîşên xwe yên madî û moralî pêk tînin.