17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê li kurê Sakîne Kultur bê guhdarkirin

Di danişîna kujerê Sakîne Kultur Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin de li kurê wî Mehmet Kultur bê guhdarkirin û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin di 13’ê gulana 2022’yan de îşkence welatiya bi navê Sakîne Kultur kiribû û ew kuştibû. Ji ber kuştina Kultur, bi sûcdariya “Kuştina plankirî û ezyetê” li Barkin doz hatibû vekirin.

4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Parêzerên Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî tev li danişînê bûn. Faîl Îbrahîm Barkin jî li girtîgeha lê tê ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.

Xwestin kurê Kultur bê guhdarîkirin

Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî û Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê xwestin ku rewşa girtî ya faîl bidome. Her wiha dozger jî xwest ku di danişîna din de li kurê Sakîne Kultur, Mehmet Kultur were guhdarîkirin.

Faîl berdan xwe xwest

Faîl Îbrahîm Barkin jî li dijî mutalaaya dozgeriyê parastina xwe ya berê dubare kir û xwest bê berdan. Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya faîl bidome, di danişîna din de li Mehmet Kultur were gundarîkirin û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.