4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsa tecrîdê ji bersivê mezintir e!

Ne tenê hiqûqnas, alimên olî û feylesofên cîhanê jî bi hişmendiyek cuda bi nirxandinên ku qalibên klasîk parçe dikin, gotin tecrîd sûcekî mezin e û tê wateya tunekirinê.

Mirov nikare behsa etik û zanistê li Tirkiyeyê bike. Bêguman hin kes  hene ku dirust tevdigerin, lê hejmara wan bi teliyên destan tên hejmartin. Ji ber vê jî pirsgirêkên li Tirkiyeyê, bi pirs û bersivan nayên nirxandin. Ji ber ku pirs ji bersivan mezintir (girantir in!). Minak tecrîd e. Bersivên ku tên dayin jî têra çareseriya vê mijarê nakin.

Tecrîda li Îmraliyê, bûye rîsaleyên ku giloveriya cîhanê, zanistên cîhanê înkar dikin. Balkêş e Tirkiyeyê her cure rastiyan mandele dike, teoriya Darwin a Adem a Nuh, teoriyên zanîngehên wekî  profesorê Zaningeha Liverpoolê Robin Crompton ku dibêje; ‘Mirov her dem ser piyan dimeşiya jî red dikin.’ Tenê rastiyekê wan heye, turk-î turan û her pêşketin û her “xulqet”-afirandinê bi destê wan çêbûye.

Ne felsefeya îslamî, ne felsefeya Rojava, ne dîtinên hiqûqnasan, dikarin ji rastiya “mualim”–Reîs Erdogan rastir bin.

Me got pirs tecrîd e!

35 baroyan hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan û daxwaz kirin ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin. Wezareta Dadê bersiv neda daxwaza parêzer û baroyan.

Gelo çima?

Bersiva pirsê: “Bi tunebûna hiqûq, yan jî dewleta hiqûqê, bi dadgerî, felsefe, kelam û hadisan nayê dayîn. 25 sal in di vê çarçoveyê de bersiv têne dayîn, lê têrê nekirin. Hiqûq beşek ji zanista pozîtîf e. Parêzer û hiqûqnas, tenê xalên qanûnan jiber nakin, zanista hiqûq û zanista pozîtîf a civakî û jiyanê jî, di çarçoveya felsefî de dibînin. Eger profesorên hiqûq hebin, tê wateya ku feylesofên hiqûq ku ji matematiken exlaqî û spekulasyonên mafên mirovan, di çarçoveya mantiq de dinirxînin.”

Ne tenê hiqûqnas, alimên olî û feylesofên cîhanê jî bi hişmendiyek cuda bi nirxandinên ku qalibên klasîk parçe dikin, gotin tecrîd sûcekî mezin e û tê wateya tunekirinê. Lê metafizîka ku lingên Erdogan û Bahçelî ji erdê birîne û bûne  dîwaneyên kuştinên serdama mogoliyan, bi dawî nekirin.

Piştî serlêdana hezar û 330 parêzeran, parêzer Erhan Çîtfçîler, tecrîdê bi siyaseta ‘Rapora Şarq Islahatê’ ve girêda. Ev nirxaninek rast e. Yanî di destpêka avakirina komara Tirkiyeyê de siyaseta “sirgûnkirina kurdan” û di serdema desthilatdariya AKP/MHP’ê de “sirgûnkirina girtiyên siyasî” yek siyaset e. Dema ku mirov dêhnê xwe dide pergala Girtîgeha Îmraliyê û li kronolojiya qedexeyên li dijî Rêber Ocalan dinêre, mirov dibîne ku faşîzma dewşîrme li ser kar e, edebiyata  “şerbeta şehadetê” dikin û xwe xwediyê her du cîhanan dibînin.

Ev di mantiqa faşîzan de ‘keynumet-being’e. ‘Kewn’, yanî hebûn.  Erdogan jî her dem ‘hebûna abad’ bikar tîne. Bersiva hebûnê jî di kronolojiya dîroka turk-î turan de di zihniyeta dewşîrmeyan de veşartî ye. Tecrîd jî siyaseta tunekirinê ye.

Eger em karibin bersiva pirsên di çarçoveya kronolojiya dîrokî de bidin, bawer dikim em ê karibin siyaseta AKP/MHPê ji nû de dikirandina sêva sor wek ereb dibêjin,  Îlmu’n-nefs  de psîkolojiya Erdogan û Bahçelî jî fêm bikin û bidin fêmkirin.

Di dema Osmaniyan de Turkistan nine û  tu caran ji  kultura Iranî  (kurd-fars), ji kultura  îslamî ya ereban rizgar nebûne. Lê Îttîhat û Terakî tezek nû afirand û kire pratîkê. Lê di pêvejoya şerê duyemîn yê cihanê û avakirina komarê de, ev fikir rawestandibûn. Yanî weke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê razayî bû. Piştî ku komara Tirkiyeyê hat avakirin, bi 4 salan yanî di sala 1924’an de, bi destûrnameya duyemîn, ev zihniyeta xerab car din kirin pratîkê. Yanî piştî ku lingê wan refik girt.

Di nava çend de em bêjin; Ev zihniyet di sala 1909’an de, di Kongreya Îttîhat û Terakî de li Selanîkê  hat erêkirin û bingeha faşîzma dewşîrmeyan hat avakirin. Di demû dewranan de jî nebû fikrekî mutewazî.

Îro jî perwerdehiya dewleta Tirkiyeyê ji mutewazîtiyê dûr e û li ser bingeha dewşirmetiyê tê kirin. Zileta mankurtiyê ye! Ev zihniyeta mogolan e jî “usul-î şer’î” û perwerdehiya modern dûr e. Mînak, çeteyên DAIŞ’ê jî zarokên malbatên DAIŞ’ê li Kampa Holê bi vî fikrî perwerde dikin.

Mînak du; Paşayên Osmanî, bi  wî fikrî hatine perwerdekirin û di encamê de bi fermanên wekî rîsaleyên çêkirî qirkirina gelan kirin. Hitler jî ew weke bavê faşîzma sedsalê nîşan dan. Erdogan û Bahçelî, rîsaleyan heman rengî  faşîzma li Tirkiyeyê dijwar dikin.

Gelek akamisyenên li zaningehên Tirkiyeyê (ku ev zaningeha di rêza zaningehên zanistî yên cîhanê de nînin), dixwazin rîsaleyên ku bûne bingeha faşîzma Îttîhat û Terakî, bi zanyarên wekî Îbnî Sîna, Gazelî, El Tusî û gelek zanistên îranî û ereb ve girê bidin. Yanî rewa bikin. Kuliyen derew e!

Lê van zanistên îslamê, tu caran nijadperestî neparastine. Wajî vê nijadperestî weke “tecrîda umetan” bi nav kirine û mahkûm kirine.

Vêca dema ku em li kronolojiya 25 salan ya tecrîda li Îmraliyê dinêrin, behaneyên wek rîsaleyên derewan derdikevine pêşiya me.

Dema ku derew hebe pirs, her dem ji bersivan girantir dibe. Ji ber ku bersiva bê dayîn û tê dayîn, bi gotina “na” bersivê dibîne. Na di desthilatdariya AKP/MHP’ê de kevir e. Kevir tevnagere, hişk e  di tiştên hişk ku tevnagere de vijdan, edalet, hiqûq, wekhevî û çareserî nîne. Rêya çareseriyê çakûç û mezrebe ye û dive kevir bê şikandin.

Exlaqê desthilatdariya AKP/MHP’ê tune ye, divê zor hebe û bê mehkûmkirin.

Em vegerin ser mijara xwe: tecrîd siyaseta çeteyan e. Belkî bi gotinen modern siyaseta mafya ye! Ev gotin têra vegotina tecrîdê jî nakin. Em hinekî vekin. Di dema damezrandina Osmaniyan de çeteyên akincî hebûn. Di dema Îttîhad û Teakkî de zabitên Osmanî bûne serçete û derketin serê çiyan û gel qir kirin.  Serokê çeteyên El Xemsîn, Tabûrên Qesaban, çeteyên eşîran  efserên îttîhadî bûn.  Dema Mustafa Kemal çû Samsunê (ji bilî Topal Osman) efserekî îttîhadî li serê çiyan çetekî dikir û rûm qir dikirin.

Parlamenterên wekî Pîrînçîzade Feyzî û Zulkuf Beg jî li Kurdistanê rîseleyên derewîn ên fetwayî amade dikirin û qirkirina ermenî, suryanî û êzidiyan rewa dikirin. Ev rîsale, îro  weke cezayê dîsîplînê derdiketine pêşiya me.

Yanî tecrîd bi kuliyeta  zanistên wekî felsefeyê, mantik û kelama îslamî ji hiqûq, siyasî û civakî dûr e. Encama zihniyeta mankurt e, rastiya gerdûnê qebûl nake. Ev jî tê wateya ku aql-î selîm red dike. Ji bo vê jî pirsa li ser tecrîdê, ji bersivên tê dayîn girantir e.

Di pirsa tecrîdê de çekên kimyewî, nuklerî hene. Ev çek, bi vegotinan nayên mahkûmkirin. Faşîzma Hitler û Musollînî aql-î selîm yê cîhanê teva red kirin. Tenê zora cîhanî dikarîbû wê zihniyeta kor û kevirî mahkûm bike. Ji bo mahkûmkirina zihniyeta kevirî ya tecrîdê jî ev zor pêwîst e.