7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derûniya şikestî

DEM Partî bi rêbazêke nû berendamên hilbijartinên şaradariyan ji raya giştî re aşkera kir. Ev rêbaz ji ber azmûneke nû ye, kêm û kurtiyên wê jî hebûn, nayê wê wateyê ku rêbaza ku hat hilbijartin şaş bû! Berovajî, ev rêbaz herî demokratîk e.

Di derûnî û feraseta dagirkeran da her tim gelên bindest biçûk tên dîtin û buqtan ( îftîra) avêtina ser wan heye. Gelên bindest, çîna bindest çi kar bikin, çi çalakî bikin, çi tiştên baş bikin, dagirker naecîbînin, erênî pêşwazî nakin.

Li gorî dagirkeran tenê ew dikarin tiştên nû çêbikin, gotinên baş, hunera baş, pîşeya baş, polîtîka û rêvebirinê tenê ew dikarin bikin. Xwarin-xwarina wan, kevçî û kêr wê çawa bên girtin, kîjan ê di kîjan destî de be, kîjan ê çawa bê girtin û wê çawa bibin ber devê xwe, çawa devê xwe vekin, diranê pêşîn çawa nîşan bidin, hereketê lêvan, xwarin û xwarina bêyî ku devê xwe vekin, çawa bicûn û bêdeng daqurtînin, da ku dengê daqurtandinê neyê tev êdî hatine diyarkirin.

Dema dipeyîvin divê gotin yek bi yek bin, ziman li diranan nekeve, gotin rasterast û bêyî ku tîpek kêm be yan jî lerzokî be, divê derê. Her wiha di nava çavên kesên li hemberî xwe binêrî, li solan nenihêrî, pir şerm e!

Pêwîst e cil û berg li gorî mêvan an jî li gorî wateya rojê be. Eger, dixwazî nermiyê pê nîşandî, rengê kincê te divê hêşînê ezmanî be. Eger dixwazî tundî û tuhî pê nîşandî sor, eger lihevhatin, pêkva xebatê naxwazî kincê reş, eger aşîtî û aramî dixwazî cilê rengîn û kirasê spî an jî cilê xîz xîzî û qirevata belek. Ji bîr nekin ku pêlav jî divê li gorî rengê kincan be û rengkirî be.

Tevî hevjîna an jî hevjînê xwe dema bimeşî divê jin li aliyê çep ê mêr be û gavên wê kêmekê paşde bin. Lê dema mêr cem hevjîna xwe biçe (neçe baştir e, ji ber ku jinê dagirkeran jî wek mêran e) nîv saet berî jinê biçe salonê û kuncekê da rûne, da ku diyar bike ew jinê îdare dike.

Ewqas pozbilind in, ji xwe razî û evîndarê xwe ne ku hemû kiryarên xwe bêhempa, rê û rêbazên xwe yekane rast û guncav dibînin. Li gorî wan, rêbazên polîtîk tenê yê wan in, partî û saziyên wan bêmînak in, pêwîst e herkes, her partî wan ji bo xwe bike pîvan.

Di cîhanê da tenê rêberê welatê wan di mala xalê xwe de qijika reş daye ber keviran, dujmin nokê behrê kiriye, tenê netewa wan peya gurê boz bi coşî derbas bûye, bi dehan salan li ser pişta hespan rê û rê hatine û hemû çand, ziman jî di xurcê hespê da hanîne Mezopotamya û Anatolyayê. Ji ber ku gelên li vir hov bûne!

Ê, em çi bikin? Rêberê me di mala xalê xwe da mezin nebû, behra me ya ku em dijmin nokê wê bikin jî nînbû, bêlê Gola Wanê heye, lê ava wê şîrîn e, ne şor e.

Niha Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinên şaradariyan. DEM Partî bi rêbazêke nû berendamên hilbijartinên şaradariyan ji raya giştî re aşkera kir. Bêguman ev rêbaz ji ber azmûneke nû ye, kêm û kurtiyên wê jî hebûn, lê ev nayê wê wateyê ku rêbaza ku hat hilbijartin şaş bû! Berovajî, ev rêbaz herî demokratîk e, rasterast vîna gel derdixe pêş.

Encamên ku DEM Partî bi vê rêbazê pêşxist, qada siyaseta tirkan; çepgirê-nasyonalîst, lîberal, îslamîst, hînekî jî komunîst (TKP) bi yek dengî ev rêbazê hilbijartinê biçûk dîtin, neecibandin, her wiha hin kes û saziyên netewperest ên qaşo kurd jî ev rêbaz biçûk dîtîn, wek ku “gelê me ji vê ra ne amade ye”, lê di rastiyê da bêbawerî li hemberî gelê xwe dan diyarkirin.

Hemû jî bi yekdengî gotin “ev rêbaz ne li gorî pênaseya demokrasî û zanista polîtîk e. Her wiha ne li gorî kevneşopiya cîhanê ye û ser nakeve,” lê em kurd in, ev der jî Kurdistan e. Dema sîstema hevserokatî jî ket rojevê heman derdoran digot “hê zû ye, civak ne amede ye” lê niha bû rastiyek, bû pergala jiyanê.

Derencam, em kurd in û em ê li gorî xwe lingê xwe dirêj bikin, teşîristina me jî li gorî me ye. Em neçar nîne ku li gorî kêfa neyarên xwe tevbigerin a girîng berjewendî û pêşeroja gelê me ye. Gotinekî fermanderekî heye dibêje: “Ji ber rêya hûn tê de diçin dijminê we dike qîr û hawar, buqtanan davêje we metirsin biçin, na eger dijminê we bêdeng e û ji rêçûna we razî ye bizanibin ku hûn di xeteriyê de ne.”

De ka em bimeşin, qayûman biavêjin sergoyên dîrokê, vîna gelê xwe misoger bikin kî çi dibêje bila bibêje, em ji gelê xwe bawer dikin.