5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

75 sal ji bo mirovahî û azadiyê xerç kir: 75 kes ji bo azadiyê dimeşin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di 75 saliya xwe de azad bibe û got: “Ji bo vê me xwest meşê bi 75 kesan bidin destpêkirin û heta azadiyê jî bibin milyonan kesan.”

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasdestî Tirkiyeyê kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan tevî vê deriyê azadiyê ji gelan re vekir. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Ewropa û Tirkiyeyê Meşa Azadiyê dest pê kirin. Ji bo 75 saliya Abdullah Ocalan 75 kes ji Wan û Qersê ber bi azadiyê ve dest meşê kirin. Meşên azadiyê wê heta 15’ê Sibatê roja salvegera komployê bidomin. Têkildarî hamleyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir pirsên me bersivand.

Li gorî we sedema tecrîda mutlaq çi ye? Rola Ewropa, hikûmeta Tirkiyeyê û rêxistinên muxalif di vir de çi ye?

Tecrîda Îmraliyê ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve bênavber didome. Piştî ku birêz Ocalan ji aliyê hêzên netewe-dewlet ve bi komploya navneteweyî dîl hat girtin, li girava Îmraliyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di domdariyê de jî tecrîd gav bi gav giran kirin û anîn vê astê. Îro di serî de malbat û parêzerên wî, tu kes nizane ku li girava Îmraliyê çi diqewime. Ev yek fikarên li ser rewşa birêz Ocalan zêde dike. Sedema asta tecrîdê rastiyeke civakî û heqîqeteke dîrokî derdixe pêşberî me. Ji ber ku birêz Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst paradigmaya Modernîteya Demokratîk wek çarenûs pêşkeşî cîhanê kir, dikin hedef. Hêzên hegemonîk hewl dan birêz Ocalan tasfiye bikin. Tasfîyekirina birêz Ocalan tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Bêstatuhiştina gelên azadîxwaz e. Lewre, birêz Ocalan li girava Îmraliyê berxwedaneke dîrokî pêş xist, plan û komploya navneteweyî pûç kir. Hemû sazî û rêxistinên girêdayî hêzên netewe dewletan, rola tecrîdê dan ser xwe. Bi zagonên Tirkiyeyê hewl dan di qada navneteweyî de tecrîdê rewa bikin. Dewleta tirk jî ev peywira xwe ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve yek bi yek bi cih anî. Tecrîd beriya desthilatdariya AKP’ê destpê kir. Desthilatdariya AKP’ê jî serkêşiya vê yekê kir. Ji bo berjewendiyên xwe tecrîd wek amûreke siyasî bikar anîn. Ji xeynî tevgera siyasî ya kurd, muxalefet jî heta niha di mijara tecrîdê de siyaseteke radîkal nemeşandin. Lewre tecrîda li ser birêz Ocalan ji wan re giran hat. Ji ber li dijî tecrîdê siyaseteke samîmî û xurt nayê meşandin, qada siyasetê xetimiye û çareseriyan peyda nake. Îro li Tirkiye û Kurdistanê tevî sazî û rêxistinên demokratik rastî zext û pêkûtiyên dijdemokratik tên. Desthilat hewl dide van hêzan têk bibe. Lê, heke rêxistinên muxalif li dijî tecrîdê siyaseteke xurt bimeşanda dê aloziyên ku îro dijîn nehata vê astê. Saziyên wekî CPT, AÎHM, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê jî bi sekna ku meşandin tecrîd wek rewşeke asayî şîrove kirin. Mixabin, ev yek îro jî bi heman rengî didome. Wekî CPT, dijberî tecrîdê qelsbûn ango bêdengiya saziyên naveteweyî nîşan dide ku komploya navneteweyî hêj jî çawa didome.

Tecrîd bandoreke çawa li ser pêşeroja demokrasî, aborî û aştiya civakê dike?

Tecrîda Îmraliyê ji destpêkê heta niha bandorê li tevahî nirxên civakê dike. Lê birêz Ocalan ji destpêkê heta niha ji bo pêşxistina azadi û demokrasiyê têkoşiya. Ji ber vê yekê tecrîd ewil azadî, aştî û demokrasiyê hedef digire. Em di hemû nirxandinên birêz Ocalan de jî dibînin. Birêz Ocalan her tim li ser azadiya jinê, civakeke bi exlaq û jiyanake ekolojîk disekine. Ev paradîgma di heman demê de bingeha jiyaneke azad û demokratik ava dike. Ji ber vê yekê jî tecrîda ku îro li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de dimeşe, di heman de raste rast tevî nirxên civakî, azadî û demokrasiyê hedef digire. Bêguman qeyrana aborî û aramiya civakê para xwe ji vir digire. Êdî ji ber qeyrana aborî întixar dikin. Mixabin ev rewş her ku diçe giran dibe. Sedema herî mezin a qeyrana aborî, polîtîkayên şerê AKP û MHP’ê yê li Kurdistanê ye. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe. Ji bo sala 2024’an destilatdariya AKP û MHP!ê 1 trilyon 133.5 milyar TL wek butçeya parastin û ewlehiyê par kir. Ev butçe îro dikara gelek pirsgirêkên aborî yên civakêçareser bike. Desthilat naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe. Birêz Ocalan jî ji destpêkê heta niha balê dikşîne li ser vê rastiyê. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe, pêşniyarên dîrokî ji qada siyasetê re kir. Ev yek rê li ber pêvajoya çareseriyê jî vekir. Bi saya têkoşîna birêz Ocalan Mutabaqada Dolmabahçeyê pêk hat. Lê Erdogan ê ku bi hêzên Ergenekon, Cemata Gulen û dewleta kûr re tifaq çêkir bi destê xwe pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Di çarçoveya plana “çokdanînê” de jî tecrîda Îmraliyê ji nû ve girantir kir û polîtîkayên xwe yên şer jî derxist asteke nû. Tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan belav kirin. Civak îro di bin tecrîda Îmraliyê de difetise. Pirgirêka kurd meseleya kurdan tenê nîne. Pirgirêka kurd, pirgirêka herî bingehîn a vê erdnîgariyê ye. Mifteya çareseriya vê pirsgirêkê jî birêz Ocalan e. Ji bo wê divê bilez tecrîd rabe û birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bilîze.

Hûn pêngava azadiya Ocalan çawa dibînin?

Bi armanca şikanda tecrîda Îmraliyê û azadiya birêz Ocalan, gelek gavên mezin hatin avêtin. Têkoşîneke giranbuha heye. Pêngava 10’ê Cotmehê jî parçeyek girîng a vê têkoşînê ye. Em vê pêngavê gelek girîng dibînin. Sekna li dijî tecrîdê gelek girîng e. Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya birêz Ocalan têbikoşin. Divê têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin û mayînde be. Îro bi pêşengtiya gelê kurd li dijî tecrîdê têkoşîneke giranbuha dimeşe. Ev têkoşîn li welatên cîhanê belav dibe. Li gel kurdan, dostên kurdan, hêzên demokratik û sosyalist jî piştgirî didin vê têkoşînê. Lê, divê ev bi çalakiyan tenê bi sînor nebe.

Li cîhanê pirtûk û paradigmaya Abdullah Ocalan tê xwendin hûn vê yekê çawa şirove dikin?

Xwedîderketina fikr û ramanên birêz Ocalan û paradigmaya wî, di têkoşîna li dijî tecrîdê de xwedî roleke girîng e. Paradîgmaya birêz Ocalan, ji qeyranan re çarenûs e. Paradîgma çiqas bê xwendin, şîrovekirin û nirxandin wê ewqas mayînde be. Îro birêz Ocalan tenê ji bo gelê Kurdistanê û Rohilatê Navîn tênakoşe. Di şertê tecrîdê de îro ji bo tevahiya gelên bindest ên cîhanê têdikoşe. Her pirtûk û şîroveyên wî, li dijî pergala kapîtalîst çareseriyê pêşkeş dixe. Di şexsê Rojava de me şahidiya vê rastiyê kir. Bi berdêlên mezin gelên Rojava tevî êrîşên netewdewletan li ser piyan sekinî û îro ji nû ve ava dibe. Hemû welatên cîhanê li Rojava dîtin ku paradîgmaya birêz Ocalan a Neteweya Demokratîk çima girîng e û encamên çawa derdixe holê. Îro welatên cîhanê baş fêm kirine ku birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe xwedî roleke girîng e.

Deklerasyona hunermendan, serlêdanên baro û parêzeran li Tirkiyeyê wêneyekî çawa nîşan da?

Dijberî tecrîdê em her gavê, her hewldan û têkoşînê girîng û giranbuha dibînin. Tecrîda Îmraliyê pirgirêkeke civakî ye. Ev berpirsyariya me ya dîrokî ye. Sazî û rêxistinên ku ferqa vê rastiyê de nin, îro hewl didin berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de deklerasyona hunermendan, serlêdanên baro û parêzeran pêk tên. Li Îmraliyê bêhiquqiyeke nirxên hiqûqa navneteweyî binpê dike heye. Ev yek di rapora Buroya Hiqûqê ya Asrînê de bi zelalî derket holê. Di bin tecrîdê de tecrîd di meriyetê de ye. Îzolasyoneke ku li cîhanê tu mînakên wê nîne li dijî birêz Ocalan dimeşe. Dewletên cîhanê jî vê yekê baş dizanin û ji nêz ve dişopînin. Lê, dengên xwe dernaxin û tecrîdê kûr dikin. Ev wêne vê yekê nîşanê me dide; Îmralî rûyê dewletên ku qaşo dibêjin “em demokrasî û azadiyê diparêzin” bi zelalî nîşan dide. Hewldanên hunermend û baroyan gelek girîng in. Ez bawer dikim ku eger heta niha têkoşîneke bes bihata meşandin, dê tecrîd ne di vê astê de bûya. Hesabên komplogeran mezin in. Ji bo wê berpirsyariya me jî ewqas giran e. Ne tenê hunermend û hiqûqnas divê sazî û rêxistinên sivîl, rewşenbîr, raya giştî ya demokratik jî di nav de tevî beşên civakê dijberî tecrîdê sekneke xurt û mayînde bimeşînin da ku tecrîd bi dawî bibe.

Parlamenterên DEM partiyê serî li Wezareta Tenduristiyê dan. Lê got muxatab ne ez im. Hûn vê yekê çawa şirove dikin?

Wekî tevî saziyên dewletê Wezareta Tenduristiyê jî ji destpêkê heta niha di girankirina tecrîdê de rola xwe bi cih tîne. Ji ber tecrîdê fikarin der barê tenduristiya birêz Ocalan de jî her ku diçin mezin dibin. Lê Wezareta Tenduristiyê hêj jî dibêje “muxatab ne ez im.” Ger ku di warê tenduristiyê de tu muxatab bî, lê kî muxatab e? Ev yek nîşan dide ku tecrîd çiqas kûr e û çawa berfireh e. Wekî Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê jî peywira xwe ya tecrîdê bi cih tîne. Buroya Hiqûqê ya Asrinê û CPT beriya niha tespît kirin ku li Îmraliyê îşkence di meriyetê de ye. Herî zêde jî rewşa tenduristiya birêz Ocalan derdikeve pêş. Çend caran li girava Îmraliyê erdhej pêk tên. Ji ber van geşedanan rewş û tenduristiya birêz Ocalan mijareke girîng e. Fikar zêde dibin. Lê, Wezareta Dadê û Wezarate Tenduristiyê tu gav neavêtin. Fikarên ku îro milyonan kes dijîn zelal nekirin. Divê Wezarete Tenduristiyê peywira xwe bi cih bîne û bi lez û bez têkeve nava tevgerê.

Serdozgeriya Komarê di salekê de 169 serlêdanên Buroya Hiqûqê Asrinê bêbersiv hişt. Ev tê çi wateyê?

Redkirina hemû serlêdanên parêzeran derdixe holê ku li girava Îmraliyê bêhiqûqî heye. Wezareta Dadê bi dozger û dadgerên xwe serkêşiyê dikin. Hemû serlêdan bêbersiv man. Ev rewşek siyasî û sûc e. Serdozgeriya Komarê siyasî tevdigere û sûcê zagonî dike. Dewlet hiqûq, zagona xwe û hiqûqa navneteweyî nas nake. Tespîtên CPT, biryarên DMME’yê û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî mînakên girîng in. Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî beriya niha der barê tecrîdê de biryara “tedbîrê” dabû. Lê desthilatdariya AKP û MHP’ê ev biryar nas nekir. Tirkiye biryara Komîteya Wezaretan a Konseya Ewropayê binpê kir. Komîteya Wezaretan a Konseye Ewropayê di 30’ê mijdar û di 2’yê kanûna 2021’an de got li Îmraliyê îşkence didome û xwest Tirkiye dev ji îşkenceyê berde. Xwest ku Tirkiye heta îlona 2022’an Komîteyê agahdar bike. Lê Tirkiyeyê îşkenceya domand û sûcên hiqûqî dike. Serdozgeriya Komarê û Wezareta Dadê jî parçeyê vî sûcî ne.

Armanca meşa 15 rojan çi ye? Çima 75 kes? Ev 75 kes ji kesayetiyên çawa pêk tê? 

Bi vê meşê em dixwazin tecrîdê bêhtir têxin rojevê. Di bingeha hemû qeyranan de tecrîda Îmraliyê heye. Ji ber vê, divê azadiya birêz Ocalan her tim rojeva sereke be. Em nizanin li Îmraliyê çi diqewime? Ev bandorek mezin li civakê dike. Ji bo wê divê tecrîda Îmraliyê demildest rabe û Ocalan azad bibe. Meşa ku wê heya 15’ê Sibatê bidome jî parçeyek vê têkoşînê ye. Di vê meşê de weke hevserokên DBP’ê ez û birêz Çîgdem Kiliçgun Ûçar wekî cihê xwe bigirin. Rêveberiyên me yên sazî û rêxistinên navçe û bajaran jî wê tev li meşê bibin. Di meşê de em ê hewl bidin tecrîda Îmraliyê û encamên wê yên li ser civakê yek bi yek ji gelê xwe re parve bikin. Ji bo azadiya birêz Ocalan divê em bêhtir çi bikin?” em ê vê yekê bi gelê xwe re niqaş bikin. Di 4’ê Nîsanê de birêz Ocalan wê bikeve 75 saliya xwe. 25 salên vî emrî di bin tecrîdê de li girava Îmraliyê derbas bû. Beriya dîlgirtinê jî birêz Ocalan ji ciwantiya xwe heta niha tevî emrê xwe ji bo azadiya gelan û demokrasiyê derbas kir. Divê kesayeteke ku emrê xwe ji bo azadî û demokrasiyê derbas kiriye û di vê rêyê de berdileke mezin daye dîl nayê girtin. Divê 75 saliya xwe bi azad pêşwazî bike. Ji bo wê me xwest meşê bi 75 kesan bidin destpêkirin û heta azadiyê jî bibin milyonan kesan.

Herî dawî banga we çi ye?

Heta ku birêz Ocalan azad nebe, azadî û demokrasiya gelan dê di xetereyê de be. Ji bo wê divê birêz Ocalan demildest azad bibe. Ev jî peywira me ya civakî û dîrokî ye. Divê gelê kurd, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê dijberî tecrîdê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe mezin bikin. Da ku birêz Ocalan azad bibe. Ji bîr nekin; pêşerojeke azad û avakirina jiyaneke demokratîk bi azadiya birêz Ocalan re mumkun e.