18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûkxaneya jinan sekneke pîroz e

Di vê pergalê de taybetmendiyên jinan cih nagirin. Jin gelek caran li derveyî vê pergalê dimînin. Lê wê pirtûkxane ji nû ve pêwistiyên jinan biafirîne. Ji ber vê yekê ez vê pirtûkxaneyê wekî sekneke pîroz dibînim.

Pirtûkxaneya jinên kurd a ku xeyal û projeya Nagîhan Akarsel bû li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdsitanê kete meriyetê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de ji aliyê MÎT û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Di çarçoveya vê projeyê de, ji dîrokê heta roja îro berhemên jinên kurd ên nivîskî, gotinî, wêjeyî, çîrok, destan, mîtolojî, deng, belge, pirtûk, muzîk û li gel wê berhemên jinan ên di asta navneteweyî de afirandiye wê ji bo nifşê pêş were berhevkirin.

Di rastiyê de xebatên dîrokî, tecrûbeyên jinan, pirtûkxane, arşîv, navendên lêkolîn û bîrê yên li deverên cuda yên cîhanê weke mekanîzmaya xweparastinê li dijî tunehesibandina jinê derdikevin pêş. Pirtûkxaneya li ser bingeha cihêrengiya etnîkî û zimanî ya jinên Kurdistanê, xebatên lêkolînê, belgekirin, arşîvkirin û veguhastina dîroka jinan bimeşîne. Dîrokê bi zimanê dayikê vebêje û tevkariyeke girîng li têkoşîna azadî û wekheviya jinê ya li ser eksena paradîgmaya “Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk, Demokratîk” bike. Wê pirtûkxane navendeke perwerde û lêkolînê ya dînamîk veke û xebatên xwe li ser bingeha nasnameya jina azad bimeşîne.

Der barê mijarê de parlametera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş Atin ji rojnameya me re axivî. Altin di despêka axaftina xwe de diyar kir ku pirtûkxane di şert û mercên gelek dijwar de hatiye vekirin û ev nirxandin kir: “Bi rastî dema em bixwazin behsa Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd a ku li Sileymaniyeyê hatiye vekirin, bikin hewceye em bêjin ku pirtûkxane bi kîjan armancê di kîjan şert û mercan de hat vekirin. Divê em henekî li ser vê bisekinin, ev pirtûkxane di atmosferek çawa de hatiye amedekirin. Ji bo ku em zanibin çima jinên cîhanê li wir kom bûne, hewceye em li siberoja pirtûkxaneyê binêrin. Dema em li dîrokê dinêrin car carna jinên kurd an jinên cîhanê ji bo ku navendeke lêkolînê ji bo jinan vekin, gelek caran li ber xwe dane.”

Jinan gelek caran xwest

Altin, diyar kir ku jinên kurd her wextî xwestine pirtûkxaneyeke Navenda Lêkolînê û navendeke Jinên Kurd vekin û ev tişt got:“Di sala 1919’an de jinên kurd dixwestin ku li Stenbolê pirtûkxaneya jinên kurd vekin, lê ji ber ku zext hatine kirin negihîştin armanca xwe û pirtûkxane nehate vekirin. Her wiha ez bawerin li Barselonayê di sala 1920’an de pirtûkxaneyek jinan hatiye vekirin. Di cîhanê de jinan gelek caran xwestine pirtûkxaneyan vekin. Hin ji wan gihîştine armanca xwe hin jî negihîştîne armanca xwe. Her çiqas jin di nav lêgerînekê de bin jî ji bo jinên kurd em karin bejin pirtûkxaneya ku xeyala heval Nagîhan Akarsel bû hat vekirin. Ev pirtûkxane ji ber ku cara yekem bû, gelek xebatên li ser dîrok, hebûn û nasnameya jinan tê de hebûn. Lewre Nagîhan bi komployekê hate qetilkirin.  Ji ber wê jinên kurd xwestin ku pirtûkxaneya jinên kurd vebe û bigihêje armanca xwe.”

Jinên kurd gihîştin armanca xwe

Altin, da zanîn ku pirtûkxane xwedî wateyeke pir girîng e û ev nirxandin kir: “Bi rastî dema em bi vî çavî li pirtûkxaneyê binêrin, em ê bibînin ku ev pirtûkxane ji bo jinên kurd û cîhanê xwedî wateyeke pir mezin e. Ji bo ku xwedî wateyek mezin e ji hemû deverên cîhanê jin li wir civiyan. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi jinên ku hatin cem hev re hêvî, xemgînî û hêrseke pir mezin çêbû, tiştekî pir cuda bû, amadebûna pirtûkxaneyê. Hevalên Nagîhan Akarsel bi vekirina pirtûkxaneyê xeyala wê û xwe gihandin armancê. Divê baş bê zanîn ku ev pirtûkxane bi ked û kelecanek mezin gihîştiye armanca xwe.”

Altin, bi lêv kir ku heta niha dîroka jinan bi destê mêran hatiye nivsandin ji ber wê kêm hatiye nivisandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîroka jinan bi destê mêran hatiye windakirin. Di kîjan sedsalê de jin pêşketine, di kîjan serdemê de jin di civakê de xwedî hêz be, di kîjan demê de jin ketiye,  mêran tev li gorî xwe nivisandine. Bi pergala mêrperest destkeftî û mafê jinan hatine binpêkirin. Di dîrokê de dema em li van dinêrin, em bersiva vî tiştî nabînin. Ji bo ku jin dîroka xwe, têkiliya îro û paşeroja xwe, nasnama xwe nas neke, ew bi destê mêran hatiye tunekirin. Ev Navenda Lêkolînê, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji ber van serdeman cihekî navendî digire. Wê ev pirtûxane cihê xwe di dîroka jinan bigere û wekî tê zanîn wê ev pirtûkxane destkeftiyê jinan bi civak re parve bike. Wê perspektîfên ku siberoja jinan bihêz bike, bide. Wê ji bo jinên kurd paradîgmayên guncav binivîsîne. Ji ber vê yekê pirtûkxane pir girîng e. Dema em li dîrokê dinêrin jî taybetmendiya dîroka jinan tune ye. Jiyan hemû bi destê mêran hatiye sazkirin. Wê di cîhanê de jin ji nû ve biafîrîne. Hewcedariyeke pir mezin bi vê pirtûkxaneyê hebû. Jinên kurd pir keyfxweşin ku xwediyê vê pîrtûkxanê ne.”

Dev ji heqîqetê bernedan

Altin, diyar kir ku di sînevîzyona vekirina pirtûkxaneyê de dema kar û xebatên Akarselê dan nîşandan em tev hestiyar bûn û wiha domand: “Dema me sînevizyonê temaşe dikir û dema me behsa mîrasê Akarsel dikir, em pir xemgîn dibûn. Ji aliyekî jî me xwe bi qewet hîs dikir. Ji ber ku jinan tu carî dest ji heqîqetê bernedaye. Her wext xwedî li xwe, nasname û hevalê xwe derdikevin. Lê ji aliyekî jî ez pir qeherîm ji ber ku Nagîhan kuştin, nehiştin ku wê rojê bibîne. Ev sedemeke ku hemû jinan têkildar dike. Ji ber ku parçeyek ji vê pirtûkxaneyê Nagîhan ne.

Wê pirtûkxane bibe bersiv

Altin, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hemû qadên jiyanê bi destên mêran hatine sazkirin. Ji ber wê dema ku em li dîrokê dinêrin, gelek caran dîroka jinan nabînin. Her wext dîroka mêran, şerê mêran dibînin. Wek ku jinên di dîrokê de bihêz be jî her gav di pişt mêrekî de didin nîşandan. Her tim potansiyela jinan binpê dikin û diveşêrin. Ji ber vê yekê dirûşma “Dîroka jinan ji zimanê jinan binivsînin” pir girîng e. Wê ev dîrok bi fikr, zanebûn û hişmendiya jinan were nivîsandin. Dema em li jinan guhdar dikin, dibêjin em di her deverê jiyanê de pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku jin nehatine hesibandin û hebûna wan nehatiye qebûlkirin ev pirsgirêk derketine holê. Lê ev navend, ziman û hişmedî wê vê bişkîne. Wê di hemû qadên jiyanê de pêwistî, daxwaz, hêst, pedivî, hebûn û fikirê jinan pêş bixe.

Mînak dema em li siyasetê dinêrin li qadên xebatê dinêrin em mêran bêtir dibînin. Ev ne tesaduf e  ku her tim mêr li pêş in. Yan jî ev nayê wateya ku mêr ji jinan pêşketîtir in. Tenê pergal li gorî mêran hatiye honandin. Di vê pergalê de taybetmendiyên jinan cih nagirin. Jin gelek caran li derveyî vê pergalê dimînin. Lê wê pirtûkxane ji nû ve pêwistiyên jinan biafirîne. Ji ber vê yekê ez vê pirtûkxaneyê wekî sekneke pir pîroz dibînim.