5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya “J&J” du berhemên Ûyar çap kirin

Weşanxaneya “J&J” 2 pirtûkên nû yê nivîskar Riza Ûyar çap kirin. Pirtûka helbestan bi navê “Dema ku Çû” û Pirtûka bi navê “Dîtin û gotin nabin yek” behsa serpêhatiya malbateke di dema fermanê de dike

Weşanxaneya “J&J”, du pirtûkên nû yên nivîskar û helbestkar Riza Ûyar li wêjeya kurdî zêde kirin. Pirtûkek helbestê ye û ya din jî çîrokeke serpêhatiyên dema fermana xiristiyanan e. Pirtûka helbestan ya bi navê “Dema ku Çû” ji 53 rûpelan pêk tê û 24 helbest têde hene.

Pirtûka bi navê “Dîtin û gotin nabin yek” serpêhatiyeke malbateke dema fermana ermen û suryaniyan girtiye dest.

Riza Ûyar çîroka vê malbatê û bûyerên ku bi serê wan ve hatine ji devê kalê xwe bihîstiye û paşê bi xwe hin lêkolîn kirine û xwe gihandiye hin kesên din û çîroka vê malbatê wekî serpêhatiyeke fermanê di pirtûkekê de pêşkêşî xwînêran kiriye.

Bîranînên du kesan

Berhema bi navê ‘Dîtin û gotin nabin yek’ ji yazdeh beşan û ji bîranînên du kesan pêk tê. Bîranên bapîrê nivîskar Simaîlê Kalê û mirovek bi navê Kermoyê Bilêbîna Mêrdînê ne.

Di derheqê Dawid û Ebdilhedê Oxtê de agahî ji bapîrê xwe Simaîlê Kalê û ji neviyê Xatiya xwe ya Bafile û Sertîp Akkûrt bihîstiye.

Simaîlê Kalê li navçeya Hezroyê ya Amedê li ber destê seydayan li medresayan perwerdehiya olî dîtiye. Ji ber vê ola îslamê û kevneşopiyên civaka herêmê di nav hev de dinirxîne û her dem wiha gotiye: “Li ba Xwedê hemû însan yek in, çi misliman, îsewî û çi jî qizilbaş. Em hemû însanê Xwedê ne û li ba Xwedê em tev yek in.”

Ebilhedê Oxtê

Ji ber hindê gelê herêmê baweriya xwe bi wî aniye. Di mijara heq û hiqûqê de jî gelê heremê tim bi wî şewiriye. Ji kesên ku baweriya xwe bi Simaîlê Kalê aniye jî yek jê jî Ebilhedê Oxtê yê suryan bûye.  Piştî qirkirina ermen û suryanan Simaîlê Kalê li her derê ji bo van kesan wiha gotiye: “Kî çi bike ji bo xwe dike, lewre kes nikare wekîltiya Xweda bike û olan binirxîne. Fêm û feraset bi her kesî re heye. Dibe ku tu bi darê zorê kesekî bînî ser ola xwe lê ne gengaz e ku tu dilê wî, fikir û ramanên wî bînî ser ola xwe.

Weke ku di sernavê pirtûkê de jî hatiye gotin bi rastî jî dîtin û gotin nabe wek hev. Divê mirov vê pirtûkê bixwîne da ku beşekî ji çîroka êş û azarên ku di wê demê de bi serê gelê vê herêmê hatiye bibîne.

Riza Ûyar kî ye?

Li navçeya Amed Hezroyê li gundê (Şageldî) Şêwerdîna di sala 1960’î de hatiye dinyayê, pirtûka wî ya yekem a bi navê “Keçika Bohtî” (Helbest) di sala 2016’an de li Weşanxaneya Goranê hatiye çapkirin, pirtûka wî ya duyem a bi navê “Destmêja Çi Halê Çi” (Pêkenok) di sala 2022’yan de li Weşanxaneya Gelawêjê hatiye çapkirin û “Dîtin û Gotin Nabin Yek” pirtûka wî ya sêyem e.