18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo berdana girtiyê nexweş kampanya îmzeyan

Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk 31 sal in girtî ye û bi hincetên kêfî nayê berdan. Ji bo berdana Ozturk kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Girtiyê nexweş Nevzat Ozturk li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û demekî kin berê tehliyeya wî hatibû taloqkirin. Malbata Ozturk a li Almanyayê dijî, ji bo berdana Ozturk kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Ozturk, zêdetirî 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û nexweşiya wî ya dil heye. Ozturk, di sala 1992’yan de hate binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê 14 rojan di bin çavan de ma û piştre jî ji hêla Dadgeh Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate girtin. Di dozê de Ozturk bi îdiaya “Parçekirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate tawanbarkirin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Ozturk, di vê pêvajoyê de li 5 girtîgehên cuda hate ragirtin.

Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate kirin û 31 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye. Ozturk, yek ji girtiyên nexweşe û înfaza xwe di 23’yê hezîranê de temam kiribû. Lê belê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayê berdan. Tehliyeya Ozturk bi sedemên weke “Ceyranê bi teserrûf bi kar nayîne” û “Li pirtûkxaneya girtîgehê bi qasî tê xwestin pirtûk nexwendiye” hatin taloqkirin.

Malbata Ozturk li Almanyayê dijî û ji bo berdana Ozturk dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Nevzat Ozturk freilassen!

Seit 31 Jahren ist der Kurde, Vater und Ehemann Nevzat Öztürk in der Türkei inhaftiert. Unterzeichnen Sie jetzt den Appell an die Menschenrechtsbeauftragte Luise Amtsberg und fordern seine Freilassung!