17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, beriya hilbijartina herêmî bi demeke kurt dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir û hin jê jî dewrî saziyên din kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, beriya hilbijartinên herêmî bi demekê mal û milkên şaredariyê difiroşe û hin ji wan jî dewrî saziyên dewletê dike.

21 hezar dekar dewr kir

Şaredariya navçeya Rêya Armûşê qadeke 21 hezar û 449 metrekare bêyî bedêlê dewrî Midûriyeta Ciwan û Werzîşê ya Bajêr kir. Rêveberiya qeyûm bi biryara xwe karbidestî da Meclisa Şaredariyê ku avahiyên mulkiyeta wê aîdê şaredariyê dewr bike yan jî bifiroşe.

Rêveberiya qeyûm biryar da ku otoparkek û 75 kargehên di hundirê PARK AVMK a Wanê bifiroşe. Niha jî ji bo herêma 20 hezar metrekare ya ku Hêwaneke Dawetan lê ye û Termînala Otobêsan a Navbera Bajaran lê ye, dest bi xebatên îfrazê kir û ji bo parselên nû jî karbidetsiya firotinê da Meclisa Şaredariyê. Her wiha qeyûm biryar girt ku 3 hezar metrekare yê li Taxa Çarşiyê jî bifiroşe.

Qeyûm hemû mal û milkên li navçeya Tûşba û Artemêtanê tespît kirin û biryara firotina wan de. Her wiha eraziyê avahiya berê ya VASKI’yê jî ku di erdhejê de xesar dîtibû, da ber firotinê. Qeyûm di civîna hezîranê de ji bo blokekirina hesabên di Zîraatî Halk û Vakifbankê de jî biryara “fêdeya cemaweriyê” girt.

‘Em ê hesab bipirsin’

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin ji bo van kirinên qeyûm got: “Gava em vê rejîma qeyûm pênase dikin, em dibêjin tu tiştekî qeyûm ne ji bo gel e, ji bo saziyên alîgir û kesên li derdora wan e. Qeyûm ew e ku ji bo desthilata Enqereyê û rêveberiya navendî seferberkirina çavkaniyên şaredariyê ne. Gava em biryarên ku li ser navê Meclisa Şaredariyê hatine girtin mêze dikin, em dibînin ku dixwazin mal û milkên şaredariyê ji dest xwe derxin. Helbet dê gel hesabê vê yekê bipirse. Qanûna îhaleyan heye, lê vê nakin. Îhaleyan teslîmî navnîşanan dikin.”