2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duh derengî şevê rojnamegerên girtî hatin berdan

Duh derengî şevê 15 rojnamevanên der barê wan de biryara berdanê hatibû dayîn, ji girtîgehê derketin. Rojnamevanan got: "Rojnamegeriya azad nayê bêdengkirin. Karê me ji ciyê ku mabû dê berdewam bike."

18 rojnamevanên ku li Amedê dihatin darizandin, di danişîna ewil de biryara serbestberdana wan hate dayîn. Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Xwebûnê mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên ji girtîgehê derketin li ber girtîgehê ji aliyê hevpîşeyên xwe, malbatên xwe, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên sazî û dezgehên bajêr ve hatin pêşwazîkirin.

Li vir li ser navê rojnamevanan Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî. Altan wiha axivî: “Çendî em niha li derve bin jî, li gelek hevalên me di hundir de ne. Di vî 13 mehî de malbatên me gelek zehmetî kişandin. Xwestin xebatên me nîvco bimînin. Lê me pênûsên hevpîşeyên xw elie rdê nehişt. Me nîşan da ku dê Çapemeniya Azad qethiyen pênûsê Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr, Cengîz Altun û hevalên me yên din li erêd nehêlin. Em dizanin dê ji niha û pê ve jî wiha bidome. Em ê ji cihê mayî bidomînin. Me li zindanê jî xebatên xwe domandin. Em di vî warî de kêfxweş in. Ji bo vê piştevaniya wa mala we ava. Em careke din diyar dikin rojnamevanên kurd qethiyen bêdeng nabin.”

Piştî  daxuyaniyê dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin.