17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya Geliyê Zîlanê û çîroka Reşoyê Silo

93 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas bûn, lê salên dirêj nikaribûn ne êşên hatine kişandin ne jî lehengiyên hatine kirin bide jibîrkirin. Yek ji lehengên ku nehatine jibîrkirin Reşoyê Silo ye

Li Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîşê ya Wanê di komkujiya 13’ê Tîrmeha 1930’î de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Şêniyên herêmê ku piştî berxwedana Agirî xwe li Geliyê Zîlanê girtin, bi jin, zarok, extiyar bi rengekî komî hatin qetilkirin.

Li Agirî hêzeke hewayî ya ji 80 balafiran hate bikaranîn, gazên bi jehr hatin avêtin. Rojnameya Cûmhûriyetê ya wê demê di 16’ê Tîrmeha 1930’î de wiha gotibû, “Li Çiyayê Agirî, teyareyên me bombeyên dijwar dibarînin. Çiyayê Agirî timî di bin teqîn û agir de dinale. Teyrên ji hesin ên Tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Geliyê Zîlan bi temamî bi cesedan tijî bûye.”

Şervanên kurd li ber xwe didan

Li gel êrîşa giran û hovîtiya dewleta tirk jî şervanên gelê Kurd li ber xwe didan. Yek ji van şervnan jî ji eşîra Bekirî Reşoyê Silo bû. Reşoyê Silo ji gundê Komir ê Erdîşê ye. Bala xwe li ser berxwedana Şêx Seîd bû, lê belê firsend nedît ku tevlî bibe. Di sirgûnên 1926’an de xwestin wî bişînin bajarên rojava, lê belê ew mîna Bekirê Qulîxan Aga tevî began berê xwe da çiyê û careke din jê nehat xwarê. Dema ku berxwedana li Agiriyê destpê kir, tevî hin şervanan çû biryargeha navendî ya Xoybûnê û tevlî şer bû. Ji aliyê lîderê berxwedanê Îhsan Nûrî ve ji herêma Geliyê Zîlan re hate şandin. Li Geliyê Zîlan, Erdîş, Bêgirî û gelek derdoran tevlî gelek serdegirtinan bû.

Tepisandina navenda berxwedanê

Piştî ku navenda berxwedanê ya li Agiriyê hate tepisandin, komkujiyeke mezin hate kirin. Beşek ji şervanan derbasî Îran û Sûriyeyê bû. Hevrê û xizmê Reşoyê Silo Memoyê Bedir jê re got, “Reşo, hemû şervanên Kurdan çûne Îran û Sûriyeyê. Sûriye têkilî şervanan nabe, were em jî herin Sûriyeyê.” lê belê Reşoyê Silo ev pêşniyar red kir û got, “Birçîbûna welatê me, ji têrbûna welatê xelkê şêrîntir e. Kî dixwaze bila here, ez bi tenê serê xwe jî bimînim, ez ê li hemberî Romê heta dawiyê şer bikim.”

Memoyê Bedir li pêşberî van gotinên Reşoyê Silo wiha got, “Serê me ji serê te çêtir nîne, em ê heta mirinê li cem te bin” û diyar kir ku heta mirinê wê li gel hevrê, fermandar û xizmê xwe Reşoyê Silo be.

Piştî komkujiya zîlanê

Dema ku li Zîlanê komkujî hate kirin, texmîn kir ku hevjîna wî Zeyno wê bê kuştin, lewma bir gel xwe. Zeyno jî wêrek û leheng e. Li gorî qeydên dewletê, Reşo xwedî hêzek ji 80 kesî ye. Tevî şervanên xwe heta zivistana 1931’ê li ber xwe da, lê belê ji ber ku Geliyê Zîlan vala bû, di nava şervanên Reşoyê Silo de birçîbûnê destpê kir. Li ser vê yekê Reşoyê Silo tevî çend xizmên xwe, Zeyno û du birayên Zeyno derbasî qada Devetaş a li nêzî Çiyayê Tendurekê bû. Gelek leşkerên ser bi Îbrahîm Beg û Mistefa birayê Milîs Sidîqê Hesen Keçelê, Feto xizmê Reşoyê Silo û gelek milîsên ku pê hesiyan Reşoyê Silo li şikefteke herêma Devetaş a navbera Bêgirî û Erdîşê ye, avêtin ser gundekî nêzî şikeftê. Reşoyê Silo ku haya xwe ji vê yekê tune bû, ji yên li gel xwe Emer û Mihemedê Xalit ji bo peydakirina xwarinê şand gund. Herdu bira li gund ketin kemîna hêzên dewleta Tirk û di şer de şehîd bûn. Piştî ku hevalên wî ji gund nehatin, Reşoyê Silo kete nava gumanan û êvarê tevî tivinga xwe daket gund.

Leşker di kemînê de bûn

Leşkerên ku li gund li benda hatina Reşoyê Silo bûn, kemîn danîn û dema Reşoyê Silo nêzîk bû gule reşand. Reşoyê Silo jî bi çekê bersiv da. Di vê navberê de ji bo di nava berfê de neyê dîtin kincê spî li xwe kiribû û xwe veşart. Leşkeran dor li Reşoyê Silo girtin. Îbrahîm Beg dema dît ku Reşoyê Silo bersivê nade, ji xizmê Reşoyê Silo Feto şand ku lê binere û eger sax be îqna bike ku teslîm bibe. Feto diçe gel Reşoyê Silo. Reşoyê Silo bawer dikir ku xizmê wî Feto wê alîkariyê bide wî lewma hişt ku xwe nêzî wî bike. Jê re got, ‘Tivingên me weke hev in, di lûleya tivinga min de fîşek asê ma, em tivingan biguherînin’. Feto jî jê re got ku derdora wî bi 200 leşkerî hatiye pêçandin, xwest teslîm bibe. Reşoyê Silo teslîm digirin.

Zeyno teslîmiyetê red dike

Leşkeran wê şevê Reşoyê Silo li gund hiştin, piştî rojekê ji bo Zeyno teslîm werbigirin birin devê şikefta li Tendurekê. Zeyno fîşek berda wan û teslîm nebû. Mîna ku di kilamên dengbêjan de jî hate gotin, “Reşo ka tu lehengê Malbata Emer bû, te digot ez bimirim jî teslîm nabim’. Reşoyê Silo jî ji hevjîna xwe Zeyno re digot, ‘Zeyno ez teslîm nebûm, qedera min ez teslîm kir. Tivinga min nexebitî, qedera me heta vir e’.

Serê wan ê jêkirî hatin teşhîrkirin

Zeyno qebûl kir ku teslîm bibe. Leşkeran wê kêliyê Reşoyê Silo kuştin û serê wî jê kirin. Li pêş çavê Zeyno serê hevjînê wê hate jêkirin. Li wir ew jî hate kuştin û serê wê hate jêkirin. Serê wan ê jêkirî li nava gundan hate gerandin û teşhîrkirin. Li navenda Agiriyê 20 rojan hate hiştin. Piştî 20 rojan Agiriyekî extiyar bertîl da fermandar û serê jêkirî bir li cihekî veşart.

ANF