19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîşeyê bav û kalên xwe çêkirina tenbûran didomîne

Ebdo Resûlo ku li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê dijî, bi çêkirina tenbûran hem pîşeyê bav û kalên xwe didomîne hem jî debara xwe dike.

Ebdo Resûlo ku beriya dagirkirinê li navçeya Cindirês a Kantona Efrînê dijiya, piştî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê neçar dibe koçî gundê Ziyaretê ya Şêrawayê bike. Resûlo ligel şert û mercên şer ên dijwar ji bo ku debara xwe bike, bi çêkirina tenbûran pîşeyê bav û kalên xwe didomîne.

Resûlo, diyar kir ku çêkirina tenbûran hunerekî civakî ye û ev tişt got: “Ji ber ku çêkirina tenbûran hunerekî civakî û pîşeyî yê bav û kalên me ne, li gorî şert û mercên heyî em hewl didin dewam bikin. Her mirov ji bo debara xwe bi karek re mijûl dibe, min jî ev pîşe hilbijart. Dema ku mirov darekî bêteşe tîne û li ser dixebite teşeyekî dide, bêguman kelecanî dibe. Hestek a hilberînê di mirovan de ava dike.”

ŞÊWAYÊ ÇÊKIRINA TENBÛRÊ

Di berdewamê de Resûlo, bi van gotinan qala şêwaza çêkirina tenbûran kir: “Ji bo ku temena tenbûrê dirêj be û dengê wê xweş be cureyeke daran diyar heye. Mînak darên guzê û tûyê tên bikaranîn. Ji ber rewşa koçberiyê û şert û mercên şer, li gorî derfetên heyî û darên heyî yên kevn hatine birîn, em tenbûran çêdikin. Di destpêkê de dar weke kutik li cem necar tên qutkirin, piştre weke şivikan tên derxistin. Ew şivikên ku hatine qutkirin ji bo ku nerm bibe, di avê de tên hêştin. Piştî ku demeke dirêj di avê de dimîne li ser qalbê wê tê rêxistin û tên germkirin. Li gorî wê ew şivik hişk dibe û li ser qalibê hatî danîn teşe digire. Piştre ew şivik tên êgekirin û li gorî çêkirina tenbûrê dîsa tên qutkirin. Di dawiyê de ew şivik bi tûtqalê bi hevdu ve tên zeliqandin û gewdeya esasî ya tenbûrê tê çêkirin.”

Herî dawî Resûlo destnîşan kir ku ji ber şert û mercên koçberî û kêm derfetiyê ew nikarin tenbûrên tên xwestin çêbikin û got ku heya derfeta wî hebe wê  pîşeya xwe bidomîne.