12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya malbata Şenyaşar dest pê kir

Danişîna pêşîn a doza “Komkujiya Nexweşxaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar lê hatibûn qetilkirin, li Dadgeha Meletiyê dest pê kir.

Danişîna pêşîn a doza “Komkujiya Nexweşaneyê” ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir. Beriya danşînê parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, parêzerên endamên Baroya Riha û Baroya Amedê, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parlamenterên HDP’ê, Wekîlê Serokê Meclisê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûlah Erdogmûş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber dadgehê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ewilî ji parêzerên Malbata Şenyaşar, Bulent Turan axivî û behsa raboriya dosyeyê û girîngiya wê kir.

Lêpirsîna bibandor pêk nehat

Parêzera malbatê, Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku der barê malbata Şenyaşar darizandineke rêkûpêk pêk nayê û wiha got: “Em bi mînak û bandora hêza siyasî û erka li ser darazê re rû bi rû ne. Em îro di destpêka dozeke edaletê de ne. Lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Lê ji bo birêvebirina lêprisîneke bibandor girîng e. Heta ku berpirsên vê qetlîamê bên darizandin doz û têkoşîna me wê bidome û daxwaza me berdewam bike. Têkoşîna edaletê îro dest pê dike. Lê heta edalet bi cih were wê têkoşîna me jî bê navber berdewam bike.”

Çima kujer nayên girtin

Emîne Şenyaşar jî axaftineke kurt kir û destnîşan kir ku hevjîn û du lawên wê bi awayekî hovane hatine qetilkirin û got: “Kujerên zarokên min bila bên girtin. Çima nayên girtin? Qeydên dîmenên li nexweşxaneyê winda kirin. Nexweşxaneyê boyax kirin. Rastiya derxin holê.”

Parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî axivî û destnîşan kir ku darazê bi fermana îktidarê delîl veşartine.

Ji sûcên weke “ji carekê bêtir kuştina kesan”, “hewldana kuştina ji carekê bêtir a kesan”, “xisardayîna malên cemaweriyê”, “veşartin ango tunekirina delîlên sûc”, “di saziya cemaweriyê de dizî”, “binpêkirina destnedayîna kargehê” doz hatiye vekirin. Celal Yildiz, Mikaîl Şîmşek û ji doza “kargehê” jî Enver Yildizê girtî jî di nav de 19 kes tên darizandin.  Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.

Malbata Şenyaşar û parêzerên wan, malbata Yildiz û gelek kes danişînê dişopînin. Ji bilî parêzerên wekaleta wan heye, xizmên nêz ê malbata mexdûr û muştekî û parlamenteran kes negirtin danişînê.

Malbata Yildiz êrişî rojnamegeran kir 

Dadgehê û polîsan şopandina dozê ya rojnamegeran jî asteng kir. Hin kesên ji malbata Yildiz êrişî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê kirin û gef lê xwarin.