21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jin Jiyan Azadî berdewam e

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 meh li pey xwe hiştin, xwepêşandan bi şêwe û awayên cuda berdewam dikin û vê carê gel li dijî nebûna sutemeniyê dadikevin kolanan û nerazîbûna xwe tînin ziman

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê 4 meh li pey xwe hiştin. Duh li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kes merasîma çileya Humen Ebdulah hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn. Kesên tevlî merasîmê bûn sirûdên nîştimanî gotin.

Di dema merasîmê de hêzên dewleta Îranê bi dronan çavdêrî kirin û ji bo tirsandinê xelkê ew ji nêz ve şopandin.

Gel duh li bajarên Turbet Cam û Taybadî ya ser bi parêzgeha Xurasanê dijî nebûna sutemeniyê çalakiyên berfireh lidarxistin. Ji bo dewlet rê li çalakiyan bigre hêzek mezin veguhest her du bajaran.

Her wiha bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Îranê, bi hezaran kes doh li ber derê parlamentoya Ewrupa ya li Fransayê kombûn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlamentera Belçîkayê Derya Sefayî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew ji bo Supayê Pasdaran weke çavkaniya terorê binasin, kar dikin. Çalakvanan xwest welatên Ewrupayê bayozxaneyên Îranê bigrin.

Şaredariya Parîsê jî piştgirî da xwepêşandanên li Îran û Rojhilat. Şaredariya Parîsê bi Fransî slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî slogana ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê nîşan da. Hate diyarkirin wê slogan 2 rojan li ser kûleyê bimînin