17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokê malbata li ber HDP’ê li dijî tecrîdê xwe şewitand

Mehmet Akar ê lawê Hacîre Akar ku bi îdiaya “lawê wê revandine çiyê” li ber avahiya HDP’ê rûniştinê dabû destpêkirin, duh bi şev li navçeya Sûrê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Duh êvarê li Birca Keçika a li Sûrê Amedê ciwanekî xwe şewitandibû. Hat zanîn ku ew ciwanê xwe şewitandiye, Mehmet Akar ê 25 salî ye û lawê Hacîre Akar a di sala 2019’an de ku çûbû ber avahiya HDP’ê û bi îdiaya “lawê wê revandine çiyê” dest bi rûniştinê kiribû ye. Mehmet Akar jî gotibû ku malbata wî bi darê zorê wî dide zewicandinê û xwe li Amedê veşartibû. Piştî çend rojan Akar hatibû cem diya xwe û diya wî rûniştina xwe bi dawî kiribû. Akar piştre hatibû zewicandin.

Piştî Akar xwe şewitand gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Akar rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat diyarkirin ku tedawiya Akar didome û di pileya duyemîn de şewitî ye û hat ragihandin rewşa wî giran e. Malbata Akar li ber nexweşxaneyê rawestiyaye û polîsan li ber nexweşxaneyê û wê unîteya şewatê tevdîr girtine û dorpêç kirine.

Nameya Akar: Çalakiya min li dijî tecrîdê ye

Derket holê ku Akar li pey xwe nameyek jî hiştiye. Akar di nameya xwe de diyar kiriye ku wî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê çalakiyê li dar dixe. Akar nameya xwe bi kurmancî nivîsandiye û wiha dibêje: “Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hêcetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.

Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21’an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Bijî Serok Apo

Bijî Serok Apo

Bijî Serok Apo”

Bûbo Taş

Bubo Taş jî di 12’ê çile de li Sîteya Pîşesaziyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû. Taş beriya çaçakiyê vîdoeyek kişandibû û di dîmen de diyar kiribû ew li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe dide ber agir.