4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pisporê Jeofizîkê: Sedema sereke ya encamên giran ên erdhejê Bendavên Tirkiyeyê ne

Pisporê Jeofizîkê Prof.  Dr. Îzedîn Mihemed, der barê erdhejên Gurgumê de diyar kir ku destê mirov di derzbûnê û hêza erdhejê de heye û weke mînak jî bendavên Tirkiyeyê nîşan da. Mihemed, destnîşan kir k bendavan encamên erdhejê girantir kirine.

Nîqaş û nirxandinên der barê erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Gurgumê bi pîleyên 7.7 û 7.6’an pêk hatibûn berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Pisporê Jeofizîkê Prof.  Dr. Îzedîn Mihemed, der barê erdhejan de ji Rojnewsê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Mihemed, diyar kir ku Kurdistan herêmek erdhejê ye û dikeve li ser derza di navbera pletana Erebî û pletana Avrasyayê  ku bi salene tevger dike û ev tişt got: “Destê mirov di derzbûnê û hêza erdhejê de heye. Bendavên Tirkiyeyê sedema sereke ya vê malwêraniyê bû.”

Pirsên ku der barê erdhejê de ji pisporê Jeofizîkê Prof.  Dr. Îzedîn Mihemed hatine kirin û bersivên wan wiha ne:

Ev herêm li ser kîjan pêla erdhejê ye?

Ev herêma me, bi Kurdistanê û her çar dewletên cîranê me li ser 4 pletanên sereke yên erdhejê ne. Yek platen Avrasya ye ku platena herî mezine. Piraniya herêmên Asya digire. Li gel platena erebî, platena afrîkî û platena anadolê. Ev her çar platen rola sereke di erdheja vê herêmê de digirin.

Sedema erdhejê çi ye?

Erdhej di encama lihevketina wan platen de pek tê. Kenarên van platenan lihev dikevin. Di bingeh de, ev platen yek bûn. Lê, di encama lihevketina bi hêz a di nava erdê de, karî di nava erdê de, qelîştokê çêbike, vê jî wiha kir ku platena mezin bişkê. Ev jî heta berî 335 salan diçe. Ev platenên henê, ji ber sedema herîka xurt a ku di bin erdê de heye û tevgera wê berdewame, wiha kiriye ku platen ji hevdu dûr bikevin, ta  roja îro ku dubare nêzik bûne.

–Tevgera wan platenan çawa ye?

Platena erebî salane yek santînmetre û nîv ber bi platena avrasya tevger dike û diçe jêra wê. Bi heman awayî ber bi platena anadolê ve tevger dike. Platena erebî ber bi her du platena dîn biçûktir e, lewma her du platenên din nêzîk bûne dixijike. Ku xijikîn û enerjiya gelek di bin erdê de kom dibe, êdî pêwîstiya vê enerjiyê bi derketinê ye. Tovikê erdê pêşî nagire û di encamê de ber dişkên û tên derve. Pêla dengek bi hêz çêdibe û li ser erdê malwêranî çêdibe.

Eger weke mînak mirov erdheja 6’e sibatê bigire dest, gelo destê mirov di çêkirina erdhejê de heye?

Belê, destê mirov di çêkirina erdhejan de heye û dibe alîkarê hêz û bandoriya wê. Hêza wê erdheja Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê rû dayî, ji ber bendavên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine çêkirin bû. Li gorî gotina Erdogan bi xwe 930 bendav çêkirine û 2.3 milyon kîlowat elektrîk dihilberîne. Ji bo erdhejê ev rolek mezin dilîze. Ji ber ku zextek zêde têke li ser platena erdê ku bi xwe dilerize.

Ya diyar kîjan bendav e?

Bi taybet bendava Ataturk ku zêdetirî 48 milyar metre çargoşe av digire nava xwe, li gel Ilisu ku 10 milyon metre çargoşe av li xwe digire. Bendavên gelek mezintir jî hene ku nêzikî 16 milyon metre çargoşe av li xwe digirin. Ev hejmar gelek mezine û ne asayî ye. Koma vê ava zêde wiha dike ku ber bişkên. Herwiha gelek derz têde ne ku av diçe jêr, ev jî zextek gelek zêde çêdike.

Ji derveyî bendavan çi bi bandor dibe?

Dema ku mirov neftê bi din erdê de dertêxe, yan jî av bikeve nav bîrên neftê, ji bo ku ew neft ku nikare derkeve derve, ev av bi zextek dijwar vê neftê dibe derve, ev jî dibe sedema şikestina beran û erdhej rû bide.

Çi metirsî li ser Kurdistanê heye?

Beşek ji herêmên Kurdistanê dikeve li ser derên navbera platenên erebî û platenên îranî, ango li ser xeta gihîştina hev a van du platenane. Bi taybet li navçeya Pênciwên ber bi Çoman û Behdînan, heta digihîje Tirkiyeyê, dema ku platena erebî ber bi avrasyayê diçe û diçe jêrê, dibe sedema şikestina beran û komkirina enejeriyek gelek zêde ya deng ku ev jî dibe sedema erdheja li vê herêmê.