5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TMMOB’ê daxwaza pêşîgirtina zêdekirina kirê kir

ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê diyar kir ku divê mudaxele li zêdekirina kirê ya bêkontrol bê kirin û xwest ji bo pêşî li zêdekirinan bê girtin buroyên kontrolkirina kirê bên avakirin

Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) têkildarî zêdekirina kirêyan a piştî erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir û pêşniyarên çareseriyê li Şaxa Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman di civînê de axivî û bal kişand ser zêdekirina kirêyan a bêkontrol li herêmên erdhejan.

Kahraman, diyar kir ku heman rewş li Amedê jî tê jiyîn û wiha got: “Beriya erdhejê gelek erd, zevî, mal, kargeh, buro/ofîs ên firotinê û kirê hebûn lê piştî erdhejê ji îlanan hatin rakirin û piyasaya bazara reş ava bû. Bi van zêdebûnên bêkontrol kirîn û firotin li ser bedelên rast nehatiye kirin.”

 ‘Bila xaniyên di stokan de bidin mexdûrên erdhejê’

Kahraman, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tişta ku di vê pêvajoyê de bê kirin bi rêbazên beşdarbûyînê tevgerîn e. Li bajarê me bi hezaran stokên kargeh û xaniyan ên bi dawî bûne an jî dê bi dawî bin hene. Di vê çarçoveyê de bi rêya Miduriyeta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dikarin xwe bigihînin hemû qeydên avahiyên kevn û nû.” Kahraman xwest xaniyên di stokan de bidin mexdûrên erdhejê.

 Pêşinyara buroyên kontrolê

Kahraman, diyar kir ku divê mudaxele li zêdekirina kirê ya bêkontrol bê kirin û xwest ji bo pêşî li zêdekirinan bê girtin buroyên kontrolkirina kirê bên avakirin.