8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştevaniya hêzên herêmî û NY’ê nebe MÎT nikare êrîşan bike

Nûnera HDP’ê ya Başûr Nahîde Ermîş bal kişand ku di demên dawîn de êrîşê li ser welatparêzên Bakur zêde bûne û got: “Piştevaniya hêzên herêmî nebe, MÎT nikare êrîşên wiha bike.”

Nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş li ser sûîkastên demê dawî li Başûrê Kurdistanê û taybet li Silêmaniyê li ser welatparêz û şoreşgeran tê kirin û herî dawî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Huseyîn Akarsan hate qetilkirin, ji ANF’ê re axivî.

Ermîş di şexsê Huseyîn Araslan de hemû welatparêzên ku li penaberiyê bi êrîşan hatine qetilkirin bi bîr anî û sersaxî da malbatên wan. Ermîş kujer û berpirsyar bi tundî şermezar kir.

‘Di du salên dawî de êrîş û sûîkast zêdetir bûne’

Nahîde Ermîş li ser sûîkastên li Başûrê Kurdistan û taybet li Silêmaniyê ku welatparêz û şoreşger dibin hedef ev got: “Ev demeke dirêj e li Başûrê Kurdistanê li dijî endamê me û bi giştî li ser Kurdên Bakur şerekî qirêj tê kirin. Di du salên dawîn de êrîş, sûîkast û kemîn tê danîn û bi awayekî hov tên qetilkirin. Heta niha di encama êrîşên hovane de 6 welatiyên me şehîd bûne. Ev siyasetek e li ber Kurdan tê kirin, siyaseta tinekirin û qirkirinê ye. Siyaseteke gelek qirêj e. Mixabin hinek hêzên Kurdan jî şirîkê vê ne, tişta em pê diêşin ev e.”

‘Serlêdanên me bêbersiv mane’

Ermîş anî ziman ku li ser kiryarên wiha dermirovî ku welatparêz û şoreşgerên parçeyên din li Başûr dibin qûrbanî serî li Neteweyên Yekbûyî yên bi karê koçberan re mijûl in dane û dîsa taybet serlêdan ji bo PDK’ê û YNK’ê kirine û got: “Mixabin heta niha ti encamek derneketiye. Ji ber ku ev hêz şirîkê vê ne, ji bo wê encam dernakevin. Piştevaniya van hêzan nebe MÎT’a tirk nikare bikeve herêmê, Iraq û Rojhilata Navîn li dijî Kurdan sûîkastan bike, piştre jî destê xwe bihejîne û derbasî Tirkiye bibin.”

‘Berjewendiyên beşên din nekin qûrbanê beşekê’

Nahîde Ermîş bang li xelkê Başûrê Kurdistan û taybet PDK û YNK’ê kir û got: “Em dibêjin werin em dest bidin hev û hêza xwe bikin yek û li dijî kujerên Kurdan bibin xwedî helwest. Bibin xwedî sekn û fikrek ku berjewendiyên Kurdistanê biparêzin. Em berjewendiyên beşên din nekin qurbanê berjewendiyên beşekê.”

‘NY ber van êrîşan bêdeng in; ew berpirs in’

Ermîş bal kişand ser bêdengiya NY û wiha pêde çû: “Hemû hevalên me yên li Başûrê Kurdistanê dijîn, di bin parastin û ewlehiya NY de ye. Pêwîst e NY mafê jiyanî yên van kesan biparêze. NY jiyana wan naparêze. Em diyar dikin ku xeterî li ser jiyana welatiyên me heye. Mixabin heta niha NY li ser van êrîşan ti daxuyanî nedane. Ew jî şirîk in.”

‘Ji bo kujer bên dîtin û cezakirin heta dawiyê em ê têbikoşin’

Ermîş destnîşan kir ku ew weke partî û malbat wê heta dawî têkoşînê bikin ji bo kujer bên dîtin, bên cezakirin, bang li hêzên herêmî û navneteweyî kir ku bikevin tevgerê û got: “Heta kifşkirina kujer û tehşîrkirina berpirsan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta dawî em ê rûmet, azadî û hebûna xwe biparêzin.”