6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şeladizê deh baregehên dewleta tirk ên nû

Hat hînbûn ku dewleta tirk a dagirker li derdora bajarokê Şêladizê yê Amêdiyê 10 baregehên leşkerî ava kirine û gel neçarî koçberiyê dike.

Rojnameya Hawlatî bal kişand ser hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li herêma Behdînan. Di rapora ku rojnameyê parve kiriye de, hate diyarkirin ku artêşa tirk bi sedan gund û herêmên başûrê Kurdistanê dagir kiriye û çûn û hatina hin gund û mezrikên sînorê Dihokê jî hatiye qedexekirin.

‘Gund hatine valakirin’

Di rapora rojnameyê de hatiye gotin ku bajarokê Şêladiza ku 30 kîlometreyan ji navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê dûr e, ji ber êrîşên dewleta tirk, piraniya gundên wê vala bûne.

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Şêladizê Rizgar Ubêd dane rojnameyê, ji ber êrîşên berdewam ên dewleta tirk a dagirker, 85 gundên dikevin nava sînorê bajarokê Şêladizê vale bûne. Rizgar Ubêd diyar kiriye ku di wan gundan de jiyan bi temamî nemaye, her wiha qedexeya hatin û çûna wan gundan hatiye ragihandin û ji xelkê deverê re hatiye gotin ku nabe kes serdana wan gundan bike.

Welatiyê bi navê Nayif Sîteyî yê ji komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê ye, gotiye ku gundên hatine valakirin, weke kampan avakirine, derdora wan hemû hatine girtin û welatî nikarin bi rihetî biçin û bên.

‘Hêzeke mezin a leşkerî li herêmê ye’

Mamostayê Zanîngehê û xelkê komelgeha Sîrê Dilşad Nesrullah jî li ser mijarê agahî dane rojnameyê û gotiye; “Niha artêşa tirk nêzî 10 baregehên leşkerî li ser çiya û girên derdora Şêladizê ava kirine. Ev baregeh dikevin devera Mam Reşa, Kêrya Dêrê, Serê Darê û Kelha Bêde. Her wiha artêşa Tirkiye hêzeke zêde li herêmê bi cih kiriye.”

Nesrullah diyar kiriye ku gundên vala bûne, her yek ji wan herî kêm 50 heta 75 malbat tê de hebûn. Ji ber metirsiya êrîşan koçî navenda Şêladizê, Dêrelok, Sersing, Qediş, Amêdî û Dihokê bûne.