3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan piyên wan gihişt axê

Mehmet Emîn Sosin û Asim Demîr ên di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. Piyê Sosin û Demîr piştî 30 salan gihişt axê

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Sosin (66) û Asim Demîr (66) ên di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. Xizmên Sosin li ber girtîgehê kom bûn û Mehmet Emîn bi kelecanek mezin pêşwazî kirin. Hat dîtin ku Sosin bi zorê bi gopal dimeşe. Xizmên Sosin piştî Mehmet Emîn pêşwazî kirin ew li maşînê suyar kirin û berê xwe dan Edeneyê.  Demîr jî ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve bi rê ket.

Mehmet Emîn Sosin, di sala 1993’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û paşê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê lê birî. Sosin ku gelek nexweşîn lê peyda bûne, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.

Asim Demîr jî di sala 1993’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin û DGM a Amedê bi îdiaya “xerakirina yekpareyiya dewletê” cezayê muebedê lê birî. Demîr ji ber ku “poşmanîtî” qebûl nekiribû înfaza wî 10 mehan hatibû şewitandin.