21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî pîrozkirina Newrozê qoserî meşiyan

Li navçeya Qoserê, piştî pîrozkirina bi coş a Newrozê beşdarên Newrozê dest bi meşê kirin. Dema ku polîsan êrîş kir jî bi keviran bersiva polîsan dan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, pişî pîrozkirina Newrozê bi hezaran kes meşiyan. Xelk ji noqteyên kontrolê derketin, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ber bi Cadeya Nexweşxaneya Berê ve meşiya. Wesayîtên zirxî û TOMA ji bo astengkirina meşê, ketin nava hewldanan. Girseyê guh neda astengiya polîsan meşa xwe domand. Polîsan bi gazên îsotê û tazyikliyê êrîş kir.

Ciwanan kevir û şîşeyên avê avêtin polîsan. Şerê di navbera ciwanên ku belavî kolan bûne û polîsan de, demekê berdewam kir. Hin çalakvanan li dijî êrîşa polîsan, îşareta serkeftinê nîşa dan. Bi taybetî bal kişand ku dayikek bi temen ber bi TOMA’yê ve dimeşiya.

Çalakî piştî belavbûna ciwanan, bi dawî bû.