17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di Newroza Wanê de axivî û got: “Israra di tecrîdê de israra di şer de ye. Ji bo ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe, pêwîst e azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd jêveneger e.”

Li Wanê bi sedhezaran kes bi tîna azadiyê li dora agirê Newrozê bûn xelek. Kêliyek jî dirûşma “Bijî Serok Apo” bêdeng nebû. Bi germahiya agirê Newrozê re Koma Sorjiyan derket ser dikê û stran gotin.

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkizak axivî û got: “Meha adarê meha berxwedan û têkoşînê ye. Gelê kurd serê xwe netewand. Wê ji niha şûn ve jî netewîne. Berxwedana gelê me destan û dîrokê dinivisîne. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîd gelê kurd jî tecrîd dike.”

Hilbijartina bidawîkirina tecrîdê

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku Newroz destpêkeke nû ye û bi berxwedanê tije ye û got: “ Ev Newroz newrozeke şînê ye. Bi deh hezaran kes mirovên me canê xwe ji dest dan. Şîna me heye û hêrsa me zêde ye. Em ê piştî Newrozê ji vê îktidara faşîst rizgar bibin û em ê wan di sindoqan de têk bibin. Ev hilbijartin hilbijartina hesabxwestinê ye. Ev hilbijartin hilbijartina jêrizgarbûna vê îktidara ku 24 meh in li Îmraliyê tecrîdê disepîne ye. Di dinyayê de tecrîdeke wiha nîn e û nebûye jî. Îktidar ji bo şer bidomîne tecrîdê disepîne. Ev hilbijartin hilbijartina bidawîkirina tecrîdê ye.”

‘Silav li mîmarê jin jıyan azadî be’

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê û xîtabî bi sedhezaran kir. Aydenîz wiha axivî:

“Agirê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiyeyan îro gihişt bi milyonan kesan. Newroz cejna serîrakirina li ber zaliman e. Heta kurd û Kurdistan azad bibe wê Newroz bi raperînê bidome. Newroz cejna yekitiya gelê kurd e. Silav li mîmarê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ be. Silav li birêz Abdûlah Ocalan be.

Felaket îktidar bixwe ye

Di vê navberê de em qurbaniyên erdhejê jî bi bîr tînin. Sedemê ew qas mirinan îktidar e. Felaketa rastî îktidar bixwe ye. Em ê we helal û efû nekin.

Xelk di bin kavilan de ye lê ev îktidar êrişî rojavayê Kurdistanê dike. Em gazî vê îktidara ku neyarê gelê kurd e dikin; Efrîn a kurdan e û wê ya kurdan bimîne. Dixwazin kurdan bi kîmyasalê tune bikin. Em vê qebûl nakin. Em dibêjin, tavilê dest ji vî şerî berdin.

Divê Ocalan azad bibe

Pêwîst e êdî birêz Abdûlah Ocalan azad bibe. Bi şer tecrîda li ser birêz Ocalan dijwartir dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Israra di tecrîdê de israrkirina di şer de ye. Israra di tecrîdê de israrkirina di dijminatiya kurdan, neçareseriyê û bênasname hiştina kurdan de ye. Tekane sedemê vê tecrîdê ew e ku bawerî û fikrên birêz Ocalan xurt in. Du sal in tu xeber ji Îmraliyê nayê. Dixwazin birêz Ocalan bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Hûn ê qet nikaribin birêz Ocalan bidin jibîrkirin û hûn ê encamê negirin. Ji ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe pêwîst e azad bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeteke jêveneger e. Sala 2023’yan wê bibe sala azadiya fizîkî ya birêz Ocalan. Em bi dil û can ji israra berxwedan û aştiyê ya birêz Ocalan bi bawer in.”