2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Newroza Êlihê: Dema gotina dawî ye

Bi hezaran êlihî qada Newrozê tije kirin, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriyan. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî wiha got: “Ev Newroz dê bibe dawiya texrîbata pergala faşîst.”

Yek ji navnîşanên Newroza îsal ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve tê pîrozkirin jî Êlih e. Tevî hewayê sar û baranê jî bi dehhezaran kesan qada Newrozê tije kirin.

Li qada Newrozê bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Herikîna gel a qada Newrozê hêj didome. Girseyê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîriya û bi dehhezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Qada Newrozê ku coş, dirûşm, tililî, çepik û nîşaneyên serkeftinê qet lê kêm nebûn, tevî hewayê sar û baranê jî bi tevlibûnên nû tijetir dibe.

Remza yekitiya neteweyî

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Huseyîn Sarik axivî û da zanîn ku Newroz ji bo yekitiya gelê kurd xwedî cihekî girîng e. Piştre jî hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên bajar û hevşaredarên bajar ên li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin derketin ser dikê û gel silav kirin.

Agirê Newrozê hat vêxistin

Li qada Newrozê rengên kesk, sor û zer serwer bûn û piştî qada Newrozê tije bûy, agirê Newrozê hate vêxistin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî pêşandana sînevîzyonê, peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013’an a Amedê hate xwendin. Li ser vê yekê girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Newroza berxwedanê

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku ev Newroz, Newroza berxwedanê ye. Başaran, qurbaniyên erdhejê jî bi bîr anî û wiha got: “Bi ser erdhejê re 42 roj derbas bûn lê hêj jî pirsgirêkên av, binesazî, xurek û nexweşiyan didomin. Ji ber polîtîkayên xelet ên îktîdarê, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev Newroz, Newroza hesabpirsîna ji îktîdarê ye. Ew qas kesan jiyana xwe ji dest dan lê yek kesî îstîfa nekir. Ji saziyên dewletê tenê yek kes jî nehat girtin. Tu kesî hesab neda. Lewma em ê hesaba van komkujiyan bipirsin. Li dijî vê berxwedanê dê neçar bimînin ku birevin. Em li qada Newrozê piştevaniya xwe mezintir dikin û hesabê dipirsin.”

Başaran, destnîşan kir ku texrîbata îktîdara AKP-MHP’ê çêkirî pir mezin e û wiha pê de çû: “Bi rêya qeyûm, binçavkirin, girtin û komkujiyan hewl didin îktîdara xwe bidomînin. Erdhej jî weke karesateke xwezayî nîşan dide û ji berpirsyartiyê direve. Ev Newroz dê bibe dawiya texrîbata ku vê pergala faşîst afirandî. Ez hemû kesên îro ev qad tije kirine bi hezaran caran silav dikim. Newroza îsal dê bibe Newroza azadiyê. Ez ji her niha ve Cejna Newrozê li her kesî pîroz dikim.”

Dema gotina dawî hatiye!

Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî jî Newroza gel pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Newroza jinên ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê veguherandin dirûşma berxwedanê û Newroza ciwana pîroz be. Ev 3 hezar sal in li ser vê xakê hewl didin Newrozê asteng bikin. Lê roj bi roj agirê Newrozê gurtir bû û girse mezintir bûn. Li Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê êrişî gelê me kirin. Piştre jî hewl dan naveroka Newrozê vala bikin. Wezîr, walî û qeymeqamên ku digotin kurd tune ne, bi vêxistina girên biçûk hewl dan Newrozê bikin cejna xwe. Xwestin naveroka wê vala bikin. Lê gelê me bi girseyî bersiv da û bi milyonan kes daketin qadan. Dem dema hesabipirsînê ye. Em ê kesên ji erdhejê re dibêjin qeder e, ji kesên bi şer bersivê didin daxwaza aştiyê hesabê bipirsin. Gotina herî dawî her tim berxwedêr dikin. Êdî dema wê hatiye ku em vê gotinê ji îktîdarê re bibêjin. Newroza we pîroz be.”

Piştî axaftinan, hunermend Nûray Balik û Awazên Azad derketin ser dikê.