21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga li Newroza Qoserê: Tecrîdê rakin

Li Newroza Qoserê ku bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qadê tijî kirin, peyama azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan.

Li navçeya Qezê ango Qoserê ya Mêrdînê Newroz bi ruhekî kelecana destpêka biharê hat pîrozkirin. Newroz diyarî giyanê qurbaniyên erdhejê hat kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî qadê tijî kirin. Welatiyên ku li qadê kom dirûşm berz kirin û dengê dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Erdogan îstîfa” li qadê olan da. Di heman demê de alîgirên Amedsporê jî li qada Newrozê cihê xwe girtin.

Hunermendên herêmî li qada pîrozbahiyê strîn û Newrozê pîroz kirin.

Posterên Ocalan vekirin

Her wiha posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Bi vekirina poster re coşa li qadê derket lûtkeyê. Girseyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girt. Di heman demê de ciwanan balê kişandin tecrîda girînkirî û pankarata “Bi agirê Newrozê em ê tecrîdê bişkênin” vekirin.

Tecrîdkirina Ocalan

Ewilî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku heya ku tecrîd ranebe ne mimkin e ku aramî û demokrasî were vî welatî.

Jin Jiyan Azadî

Paşê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hêz û coşa xwe pêvajoyê diyar dikin û got: “Raperîna ku ji Jîna dest pê kir îro bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî” li hemû cîhanê belav dibe. Jin li qadan in û bersiva xwe ya li dijî êrîşan didin. Her wiha di hilbijartinê de jî jin û bi taybet ciwan dê vê hikûmeta têkçûyî bi qewirînin.”

Piştî axaftinan bername bi awaz û stranên Koma Dengê Jinên Azad berdewam kir.