spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Dêrsimê: Em ê qesr û mîrgehên wan hilweşînin

Newroza Dêrsimê bi meşê dest pê kir, li Qada Seyîd Riza bi coşeke mezin berdewam kir.  Gel tevî baranê jî heya dawî li qadê ma.

Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li Qada Seyîd Riza bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hate pîrozkirin. Komeleyên Demokratîk ên Elêwiyan (DAD), Partiya Kedê (EMEP), KCD, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Tevî baranê û hewayê sar girseya ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve hatin, li vir Newroz pîroz kir. Li qada Newrozê pankartên bi nivîsên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz” li ser hebûn, alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin rakirin. Li qadê diruşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz Be” hatin berzkirin.

Newroz ji bo giyanê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê komîteya amadekar Umut Beycan axivî û bal kişand ser karesatên erdhej û lehiyê. Beycan, anî ziman ku ev ne karesata sedsalê ye, îhmalkirina sedsalê ye û destnîşan kir ku ew vê Newrozê bi xemgînî pêşwazî dikin. Beycan, anî ziman ku êşa wan kûr û hêrsa wan mezin e û wiha got: “Ji bo jinûve avakirinê bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest da.”

Em ê qesrên wan xira bikin’

Pişt re parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû axivî û got: “Duh berxwedana Mazlûm Doganan hebû. Berxwedana duh a li dijî Dehaqan îro jî didome. Hûn dizanin, dê di demekî nêzîk de hilbijartin çêbibe û em ê qesr û mîrgehên wan hilweşînin. Gelê Dêrsimê wê qesrên wan bi serê wan de xira bikin.”

Kurd li dijî zilmê li ber xwe didin

Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergîn Tekîn jî diyar kir ku ji dema Dehaqan heta niha her tim Kawayên nûjen ên ku li ber xwe didin hene û wiha got: “Gelê kurd li dijî vê zilmê hebûna xwe didomîne. Newroz tê wateya roja nû, destpêka biharê lê bi taybetî jî berxwedan û roja nû ya gelê kurd e. Li dijî yên ku wê înkar dikin cejna hebûnê ye. Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi dimilkî, kurmancî û tirkî Newroz pîroz kir. Ûçar, bal kişand ku ji ber erdhejê du wêne derketin holê û wiha got: “Yek hikumeta ku piştî karesata erdhejê şîna neteweyî û rewşa awarte li ser maseyê îlan kir û dema daket qadan daxwaza helaliyê kir. Ya duyemîn jî gel e. Yên ku di destên wan de mekanîzmayek tine be jî, li herêmên erdhejê gelê xwe rizgar dikin, bi hev re disekinin, em ê piştgiriyê bidin hikumeta ku nikare biparêze yan jî civaka ku hewl dide jiyanê ji nû ve ava bike?”

Hêza çareseriyê li ser maseyê ye’

Ûçar, anî ziman ku li dijî muxalefetê tişta ku ji aliyê hikumetê ve maye tenê tundî ye û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî kesên ku bi kûrbûna krîza aborî re têdikoşin, li dijî gelên ku tevî hemû zextan xweza, ax û erdnîgariya xwe diparêzin û li hiqûqê digerin. Li hemberî van hemûyan divê hikumet biçe û biguhere. Em weke tifaqa ked û azadiyê soza paradîgmaya aborî, ekolojîk û azadiya jinan didin Tirkiyeyê. Li aliyê din polîtîkaya şer û tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê tê meşandin ne şerê gelan e. Hêza çareseriyê li ser maseyê ye. Herî dawî di deklerasyona aştiyê ya birêz Ocalan a di sala 2013’an de me dît ku pirsgirêka kurd bi riya demokratîk çareser dibe. Qonaxeke din bi beyana aştiyê derket. Hêza çareseriyê li ser masey ye; Ez dibêjim divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê bilind bikin û careke din Newroza me hemûyan pîroz be.”

Di dawiya axaftinan de agirê Newrozê hate pêxistin û hunermendên herêmî û hunermend Kadîr Çat stranên xwe gotin.