2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Buhayê kincên Newrozê

Ji despêka jiyanê heta niha bi hezaran sal in her civak li gor çand û jiyana xwe hin rojan wek cejn diyar kirine û bi taybet wan rojan pîroz dikin.

Ji bo van rojên taybet civak an derdikevin kolanan an jî li malên xwe bi taybetî van rojan pêşwazî dikin.

Ji bo kurdan yek ji rojên taybet ku wekî cejn tê pîroz kirin Newroz e. Kurd Newrozê li gund, navçe û kolanan li ku derê bin li wir agir vêdixin û bi girseyî pîroz dikin.

Di salên dawî de di Newrozê de piştî ku li gundan û navçeyan tê pîrozkirin gel li navendên wek Amed, Êlih, Wan, Stenbol, Mêrdîn,Riha, Akrê, Kandîl, Sileymanî, Hewreman û gelek navendên din bi cil û bergên xwe yên neteweyî kom dibin û Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Di salên dawî de ji ber qeyrana aborî ya li tirkiyeyê bihayên her tiştî guheriye. Me jî xwest bernameyeke li ser bihayên kincan amade bikin.

Li ser mijarê em li Amedê derketin kolanan da ku em fêr bibin ka bihayên cil û bergên neteweyî bi çi qasî ne û gel dikare bistîne an na.

Ji dikana pêşî ya heta dawî ku me kincan pirsî de tim heman gotin hatin gotin.

Kumaşê ku ji welatên wek Hindistan, Pakîstan, îran û dubaîyê tên de ji sala borî heta niha herî kêm di navbera ji sedî 100 û sedî 300 bihabûn çêbû ye.

Di nav vê bihabûnê de me berê xwe da dikaneke ku kincên wek alternatîfa kincên gelerî tên firotin. Li wir jî dikandar ji me re got ku ji ber bihayên kumaşan êdî kinc nayên firotin.

Dirûnkaran da zanîn ku ji derzî heta tayê ku pê dirûn çidibe jî her tişt bihabû ye . û êdî ne ewe dikarin kar bikin ne  jî kes dikare were dirûnê bike.