spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Ebû Muslimê Xorasanî kî ye?

Yek ji serdema herî dijwar a ku bi zext û tunyên xwe yên li ser civakan serdema Emewiyan e. Pişî xelîfetî dikeve destên Emeviyan zilmek mezin li ser civakê pêş dikeve. Tevahiya gelan û civakan ji vê serdestî û zordariya Emewiyan gelekî aciz e. Emewiyên ku di navbera salên 661 û 750’î de bi zulmên mezin ên li ser gelan îslamiyet bi rêve bireye,  rastî serhildana kurdekî tê. Ew jî Ebu Muslimê Xorasanî ye. Ebu Muslim li dijî desthilatî û hişmendiya serdest a paşverû ya îslamî seknên xurt û dijber derxistiye holê.

Temaşevanên hêja: Gelek derdor û dîroknasan, ji nijadperestiyê Ebu Muslim Xorasanî wekî tirk, fariz an jî ereb dane xuyakirin. Çima wiha dane xuyakirin? Mirov dikara bêje nexwestine lehengekî mezin kurd bidin nasîn. Lê hin diroknasên ereb ên wekî Îbnî Kuteybe, Îbnî Xelîkan û El Hembelî gotine Ebu Muslim Xorasanî kurd e.  Lê belê helbestvanekî ereb di helbesteke xwe ya piştî mirina Ebu Muslim de kurdbûna wî radixe ber çavan. Vê nivîsê jî di kêliya pêş de ezê parve bikim. Belê Ebu Muslim Xorasanî, wekî ku ji navê xwe jî diyar dibe ji herêma Xorasanê ye. Li gorî berhemeke bi navê “Exbarî Dewletul Ebasiye” ku di sala 912’an de hatiye nivîsandin, dide xuyakirin ku: “Ebu Muslim Xorasanî di sala 718 de li bajerê Mervê tê dinê. Ji eşîra Buxtîkan e, navê diya wî Xweşkê ye û navê wî yê rastî jî Abdurahman an jî Osman e.” Di çavkaniyên dîrokî de derdikeve pêş ku Ebu Muslim Xorasanî kesekî li dijî bêedaletî, li dijî zilmê û li dijî newekheviyê ye. Ji derveyî mezhebên heyî yên îslamiyetê li ser şopa Zerduştî Şîatiyê pêş dixe.  Kesayeteke kurd ku li dijî Emeviyan serhildaneke mezin derdixe û Emewiyan têk dibe. Lê di sala 755 de jî ji hêla Abbasiyan ve bi komployekê tê qetil kirin. Sedema vê komployê jî emê di kêliyên pêş de vebêjin. Ebu Muslim Xorasanî Serhildana xwe bêhtir li ser xaka berê Zerdeştî bû birêxistin dike û tekoşînê dide. Her çiqas bixwe jî bûbe misilman lê belê di rastiyê de kesayeteke muxalîfe. Şîîtî, Elewîtî, kakeyîtî, feylîtî, mecusîtî û gelek formên din yên ku dijberî misilmantiya Emewiya rihê xwe yê berxwedanê mirov dikare bêje ji serhildana Ebu Muslim digirin.

Ebû Muslim Xorasanî di demeke kurt de bi kesayeta xwe ya alîkarîdayîna xizanan, bi sekna xwe ya li dijî zilmê, bi kesayeta xwe ya edalet û wekhevî parêziyê, her wiha bi aliyê xwe yê leşkerî ku pêşketiye dibe rêberekî serkeftî û derdikeve pêş. Ebu Muslim Xorasanî, xwe piranî li herêma Xorasan birêxistin dike. Lewre Xorasan herêmeke dûrî rêveberiya Emewiyan e û li vê herêmê hêj jî neqeqbûlkirina îslamiyeta desthildar heye. Ebu Muslim bi kesên ji malbata Hz. Elî tên re têkilî datîne û li ser bingha pêşxistina edaletê rêxistinbûyîna xwe ava dike û berxwedanê pêş dixe. Li dijî Emewiyan alîkariya Ebasiyan dike.  Hemû dijberên Emewiyan li dora xwe kom dike, bi rêxistin dike û beşdarî serhildanê dike. Di bihara sala 747’an de Ebû Muslim Xorasanî, şoreş û serhildana li dijî Emewiya dide destpêkirin. Bi giranî yên ku di nav vê serhildanê de cihê xwe digirtin kurd û fariz bûn. Êdî roj bi roj ew serweriya nijadperestên ereb ji holê tê rakirin. Bajarên wekî; Merv, Herat, Nisha, Ebher, Behl û hwd. dixe bin kontrola xwe. Di demek e kurt de hêzên Emewiyan têkçûyîneke mezin dijîn û li Xorasanê têk diçe.

Di sala 749’an de bi şerê xwe yê li dijî Emewiyan ser dikeve û xelîfetiyê ji destên Emewiyan derdixe radestî malbata Hz. Muhamed Haşimiyan ango Ebasiyan dike. Bi vî awayî di sala 750 de Împaratoriya Ebasiyan ku navenda xwe li Bexdayê ye tê avakirin. Ev Împaratoriya Ebasiyan heta sala 1258 îslamiyetê bi rêve dibe. Ya rastî ew e ku mirov bi rihetî dikare bêje, ew kesê  li dijî Emewiyan berxwedan û serhildan pêşxist û rê li ber avakirina xelîfetiya Ebasiyan vekir Ebû Mulim Xorasanî ye. Li ser vê serkeftina Ebû Muslim, dibe berpirsyarê herêma Xorasanê. Lê belê Hukumdarên Ebasiyan ji Ebû Muslim Xorasanî ditirsin. Her ku diçe nav û dengê Ebû Muslim Xorasanî belav dibe û wekî rêberekî civakê tê qebûlkirin. Piştî ku di salan 754’an de Xelîfeyê Ebasiyan Sefah dimire birayê wî Ebû Cafer el-Mansûr dibe xelîfe. Lê belê apê wan Abdullah Bin Alî Bîn Abdullah ê ku waliyê Sûriyeyê ye dibêje xelîfetî mafê min e û serî radike. El Mansûr jî Ebu Muslim Xorasanî dişîne ser apê xwe û li derdora Nisêbînê şerekî dijwar dikin. Ebu Muslim bi ser dikeve û El Mansur ji gefan rizgar dike. Piştî têkbirina serhildana Abdullah Bîn Alî Ebu Cafer El Mansûr bêhnekê distîne. Li aliyê din jî nav û denge Ebu Muslim Xorasanî bilind dibe û hemû mal û xezîneyên ku di şer de tê bidestxistin jî dibe yê Ebu Muslim. Lê ev rewş El Mansûr acizdike û dixwaze Ebu Muslim ji holê rake. Xelîfe qasidan dişîne ku Ebu Muslim  xazîne û malên ku di şer de bi dest xistiye ji wan re bişîn e. Lê Ebu Muslim qebûl neke. Xelîfe vê carê heyetekê dişîn e û ji ber xizmet û serkeftina wî, wî pîroz dike û veduxwîne navendê. Lê Ebu Muslim careke din red dike. Xelîfe cara sêyemîn ji rûsipiyên malbata xwe heyetekê dişîne. Vê carê Ebu Muslim nake der û li ser ricaya wan tê cem Xelîfe Ebû Cafer El Mansûr. Ebu Muslim ji aliyê Xelîfe ve tê pêşwazîkirin.

Di 12’ê Sibata 755’an de  dema Ebu Muslim Xorasanî ji aliyê zilamên xelîfe yên ku berê di qesrê de hatibûn bi cikirin hat qetilkirin. Xelîfe ferman didin ku cenazeyên Ebu Muslim bavêjin çemê Dîcleyê.  Her wiha Xudbeyekê dide xwendin û dibêje Ebu Muslim ji ber bêîtihatiyê hatiye kuştin. Piştî mirina Ebû Muslim Xorasanî helbestvanekî ereb yê bi navê Ebû Delame di helbesetke xwe de li ser Ebu Muslim ev tişt nivîsiye: “Te dixwest di bin hukmê Mansur de bêbextî bikira. Belê yên ku bêbextî dikir ew bavên te yên kurd bûn.”

Bînrên hêja gelek derdor Ebu Muslim Xorasanî wekî tirk, Fariz an jî Ereb didin nîşandan. Lê belê di rasiya xwe de newisa ye. Ev yek jî dide ispatkirin ku Ebû Muslim Xorasanî kurd e. Ebu Muslim ku hêj ne gihiştiye temenê 40 saliya xwe di encama komployeke bêbext de tê qetilkirin. Li gorî çavkaniyan Ebu Muslim kesekî bejin kin, enî vekirî û esmer bûye. Li gel zimanê kurdî, erebî û farizî jî baş zanîbûye. Kesekî gelekî jîr, bi aqil, wêrek, xwedî hêz û pêşbînî bûye. Di werê siyasî û leşkerî de ristek mezin dilîze. Ebu Muslim, li Îran, Ozbekistan, Turkmenisttan, Dagistan û gelek deverên din hatiye hezkirin. Wî her tim heq parastiye, kesekî li dijî zilm û neheqiyê derketiye pêş. Heger di warê siyasî de hinekî din çalak bibûya û nehata komploya Abbasiyan dibe ku niha rewşa etnîkî û olî ya rojhilata navîn cuda biya. Serîhildana Ebû Muslim Xorasanî di bingeha xwe de ne ji bo xanedaniyeke nû yan jî ne ji bo xalîfetiyeke din a bi heman rengî bû. Dîroknas Ethem Xemgîn di berhema xwe ya Dîroka Kurdistanê de wiha cih dide bertekên Ebû Muslim Xorasanî: “Min bawerî bi kesekî ji malbat Pêxember anî. Ev kes ji bo gihîştina min a Xudê dê bibûna rêberê min. Baweriya min hebû ku bi wî re rastiyan bibînim. Lê belê wî min arasteyî nerastî û xeletiyan kir. Wî Quran ters ziviran û ji bo xwe bi kar anî. Tiştê ku wî dikir ji bo dewlemendî û hukumdariyê bû.” Di vir de jî xuya dibe be ku Ebu Muslim Xorasanî bi Ebasiyan xapiya ye.

Temaşevanên hêja: Serhildanên ku bi Ebû Muslim Xorasanî dest pê kiribûn di hemû serdema hukumdariya Ebasiyan de Kurdistan veguherandibû qada şer. Di vê pêvajoyê de û salên li pêy wê  her tim li dijî îslamiyeta serdest ango ya ji aliyê dewletê ve dihat birêvebirin li Kurdistanê her tim berxwedan hetiye pêşxistin. Nirxên komunalî yên civakî her tim li pêş bûn. Serhildana Babek yek ji van mînakan e ku di sala 815’an de dest pê dike û heta sala 837’an bi berxwedaneke mezin belav dibe. Raperînên gelên xizan û gundiyên ku axa wan ji dest wan hatine girtin yên li dijî dagirkeriya ereban  bi giştî serhildanên gel in û berxwedanên bêhempa raxistine ber çavan.