27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Li Tirkiyeyê Mûçeyê kêmtirîn û bihayên tiştan

Laşê mirov ji destpêka hebûnê heya mirinê pêwistiya bi hin vîtamîn û mînaralan dibîne. Hêk jî yek ji vê vîtamînê ye ku hima bêjin li ser sifra her kesî heye an jî hewceye ku hebe. Ji ber  ku piştî şîrê dayikê, ji aliyê mîneral û vîtamînan ve, xwarina herî dewlemend hêk e. Li çar aliyê cihanê di nav xwarinan de qaşo xwarina herî erzan hêk e. Lê li Tirkiyeyê her roj di bihayên hêkan de guhertin çêdibin.

Wek hûn jî di vê tabloyê de dibînin ji xeynê meha hezîranê di bihayên koliya hêkan de tim zêdebûn çêbû ye. Lê di aliyê hilberînê de zêdebûn çênebûye. Ev bihayên ku me amade kiriye bihayên bi KDV ne. Lê wek hûn jî dizanin ji xeynî KDV’yê koliyên hêkan heya ji çewligan tên ser sifreyê, bihayê wan diguherin. Mînak di hefteya borî de li bazarê koliya hêkan bi 28-29’an tlyê dihatin firotin. Ev ferqa di navbera herdu bihayan de ji komisyon û barkirinê tê. Kesên ku komisyon û karê barkirinê dikin jî ji ber bihayên benzînê neçar dimînin ku bihayan zêde bikin. Her dewlet hewceye ji bo ramedan, berdewama hilberînê û başkirina jiyana hemwelatiyên xwe bacê kom bike jî ev rewş di roja me de guheriye. Û her dewlet  hilberîna  xwe li gor zêdebûna nifûsa hemwelatiyên xwe zêdetir dike. Lê li Tirkiyeyê tevê ku nifûs her diçe zêdetir dibe jî ji bo hilberînê ne ramedan tên kirin ne jî febrîqe tên avakirin. Ji destpêka 2003’an heta 2020’an hikûmeta AKP’ê bi tevahî 2 trilyon û 200 milyar dolar bac ji hemwelatiyên xwe kom kiriye. Ji 2 trilyon û 200 milyarî tenê 301 milyar ji bo ramedanê hatiye veqedandin. Di sala 2003’an de dema AKP bû desthilatdar deynê Tirkiyeyê 280 milyar dolar bû. Di sala 2018’an de Tirkiye dema derbasê pergala serokkomariya partiyî bû deynê Tirkiyeyê bi gelemperî trilyonek dolar bû. Lê niha deynê Tirkiyeyê bi gelemperî ji 2 trilyon û nîvan derbas kiriye. Û her sal ji bo faîzê 494 milyar dolar tê dayîn, yanî pereyê ku ji bo faîzê tê dayîn ji bo ramedanê nayê veqetandin. Ji van bacên ku hatine komkirin heke tenê 301 milyar dolar hatibe xerckirin ew pereyê ku ji berîka gel derdikeve ji bo çi tê xerckirin? ew jî pirseke din e. Lê li aliyekî baca ku tê komkirin ji bo gel nayê xerckirin; li aliyê din jî deynê gel her roj zêdetir dibe.

Aligirên hikûmetê jî ji ber van bihayên zêde ji bo di nêrînên gel de guhertina çêbikin dikevin nav hewldanan û dibên xurekên li welatên wek Almanya bihatir in. Mînak li Almanya mûçeyê kêmtirîn 1584 euro ye ev jî bi pereyê Tirkiyeyê dike 18 û 168 TL û koliya hêkan jî bi yek nokta 25 euro ye. Mûçeyê kêmtirîn yê Tirkiye yê jî 2 hezar û 825 TL ye û koliya hêkan jî 29 TL ye. Yanî li Almanya mirov dikare bi mûçeyê kêmtirîn li welatê xwe hezar û 267 kolî hêk bistîne lê li tirkiyeyê ev hejmar tenê 97 e. Dema em tenê li ser bihayên hêkan bisekin in wê demê em ê bibinin ku ji aliyê kirîna xurekan de Tirkiye çiqas li pey dewletên derve ye.