6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Planên PDK’ê û Iraqê yên li ser Qereçox û Mexmûrê

Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê dê têkildarî peymana di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên PDK'ê de daxuyaniyê bide

Duh di navbera hêzên Iraqê û çekdarên PDK’ê yên ku destûr da DAIŞ êrîşî wargeha Mexmûrê bike, li ser hin mijaran li hev kirin. Du aliyan biryar dan ku 3 xalên kontrolê li ser çiyayê Qereçox ji hêzên PDK’ê re, 3 xal ji hêzên Iraqê re bên hiştin. Xelkê Mexmûrê nerazîbûn û sekna xwe ya beramberî vê biryarê dê bi meşek girseyî nîşan bide.

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.

Di 22’ê cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyan duh şandeyekehêzên PDK’ê li Firqeya 14’an li gel hêzên Iraqê bi amadebûna Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdul Emîr Reşîd Yarallah, Fermandarê Operasyonên Bexdayê General Qais el-Mihemedawî, Fermandarê Hêzên Bejayî Serleşker Qasim El-Mihemedî û Fermandarê Leşkerî yê hêzên PDK’ê Sîrwan Barzanî civiyaye.

Di civînê de guftugo derbarê alozî û nakokiyên li ser baregehên li çiyayê Qereçox ê li herêma Mexmûrê de hatiye kirin.

Hate ragihandin ku di civînê de navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye ku 3 xalên kontrolê di destê çekdarên PDK’ê de bin û 3 xalên kontrolê di destê hêzên Iraqê de bin.

Ji destpêka penaberiya xelkê wargehê Mexmûrê ve PDK’ê hertim gef, êriş û zext li xelkê wargehê kiriye. Di kampên destpêkê de gelek şêniyên wargehê bi destê çekdarên PDK’ê hatin kuştin û birîndarkirin. Ji ber van kiryarên PDK’ê, xelkê Mexmûrê naxwaze ku parastina wargehê di destê çekdarên PDK’ê de be.

Li ser vê yekê, li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK’ê û Iraqê de, wê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro saet di 14:00’an de meşek girseyî li dar bixin û wê heta seytereya Iraqê a derketina wargehê bimeşin.

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûr û Şengalê kir û hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê gel bi tenê li ber hovîtiya çeteyan hêla, gerîlayên HPG-YJA Starê li hewara gel hatin. Çeteyên hov cara destpêkê li Şengal û Mexmûrê bi destê Gerîlayên Azadiyê hatin şkandin. Hêz û îradeya Gerîlayên Azadiyê hem Iraqê hem jî Başûrê Kurdistanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parast. Îstîqrarî û aramiyê anî herêmê.

Çiyayê Qereçox ê li pişta wargeha Penaberan a Mexmûrê, cihê cara yekem DAIŞ bi destê Gerîlayên Azadiyê hatî têkbirine. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hêzên Iraqê jî, pêşmergeyên PDK’ê jî çiyayê Qereçox û Mexmûrê bi tenê hêlan, lê piştî Gerîlayên Azadiyê aramî anîn herêmê, niha li ser şer dikin.