19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîkarê şaredarê AKP’î ji bertîl hat binçavkirin

Alîkarê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku ji aliyê YSK’ê ve tayînî Şaredariya Rezan hat kirin Siddik Aycil di operasyona bertîlê de hat binçavkirin.

Alîkarê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve tayînî Şaredariya Rezan hat kirin Siddik Aycil di operasyona bertîlê de hat binçavkirin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, destpêkê Midurê Îmarê yê şaredariyê Firat Kiliç dema ku ji bo destûra îmarê bertîlê ji karsazek girtiye di wesayîtê de li ser sûc hatiye binçavkirin.

Piştî binçavkirina Kiliç lêpirsîna der barê mijarê de hat berfirehkirin û îro Siddik Aycil ku Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ew kiriye alîkarê xwe jî hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Aycil xizmê hevjîna Beyoglû Durdane Beyoglû ye û dema ku li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê weke teknîsyenê TIP’a Lezgîn xebitiye weke Midurê Qelema Taybet ji bo şaredariyê hatiye girtin.

Herî dawî Aycil ji bo Alîkariya Şaredar hatiye peywirdarkirin û midurtiya miduriyetên Karên Çandî û Civakî û Lijneya Venêran, Kontrola Avahiyan, Bajarvanî û Îmarê kiriye.