20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HEDEP’ê daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin

Parlamenterên HEDEP’ê aşkere li ber meclisê daxuyanî dan. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin li ber deriyê çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HEDEP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dê serlêdan bê kirin.

Olûç: di cîhanê de mînaka wê nîne

Serokwekîla Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ku ji Rêberê PKK’ê Ocalan agahî nayên girtin û wiha got: “Ne malbata wî ne jî parêzerên wî agahiyê jê nagirin. Me gelek caran got ku ev rewş geşedaneke li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de dema em hem ji aliyê hiqûqa netewî hem jî ji aliyê peyman û hiqûqên navnetewî lê dinerin em bi rewşeke ku nayê qebûlkirin re rûbirû ne. Di cîhanê de mînakeke wiha nîne. Yekane mînak heye ew jî Îmrali ye, tecrîda mutleq a hem li ser Ocalan hem jî li ser her 3 kesên li cem wî ye.”

Çîçek: weke penceşêrê belav bû

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê HEDEP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî pêkanînên li Îmraliyê weke “dijhiqûqiya herî mezin a dîroka komarê û dîroka mirovahiyê bibîne” penase kir û wiha got: “Ez weke hiqûqnasekê dixwazim bêjim ku ev sosreteke hiqûqê ye, dijhiqûqî ye. Em li vir li navenda organa qanûnçêkirinê vê daxuyaniyê didin. Ev yek di heman demê de meseleya rûmetê ya hemû parlamenterên di nava xebatên qanûnçêkirinê de cih digirine. Heke rejîm derketibe derveyî qanûnê divê hemû parlamenterên ji bo qanûnçêkirinê peywîra wan heye li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Ji ber ku em dizanin xerabî tenê bi muxatabê wê re ne sînordar e, em bi israr û bi rikdarî vê dibêjin. Bêhiqûqî û derqanûnî ne tenê li ser Birêz Ocalan e. Vê desthilatê 25 sal in li Îmraliyê ev tecrube kir; Her xebat û çalakiya derqanûnî û bêhiqûqî weke penceşerê li civakê belav bû.”

‘Nêzîkatiya li ocalan nêzîkatiya li kurdan e’

Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binêrin em ji mînake girtîgehan derkevin rê û çend tiştan bêjin. Hevseroka me Gultan Kişanak tevî demekî dirêj ê girtinê jî hêj di girtîgehê de ye. Can Atalay tevî biryara AYM’ê hêj di girtîgehê de ye. Li girtîgehên vî welatî bi ser hezaran mirovên 30 sal in di girtîgehê de ne hene, girtiyên nexweş hene. Esas bêhiqûqiya li Girtîgeha Îmraliyê weke nebaşiyekê û penceşêrê belavû hemû girtîgehan bû. Ev tişt qet ne tesaduf in. Ji ber wê yekê em ji Îmraliyê re çalareş a hiqûqê dibêjin. Têkoşîna li dijî vê yekê deynê stû yê me hemûyan e.

Pirsgirêka herî kevin û qedîm a komarê pirsgirêka kurd e. Heta ku hûn dest ji pêkanînên dijminane yên li dijî kurdan bernedin, heta ku dest ji dijminatiya li mirovên ku gelê kurd weke vîna xwe dibîne bernedin û heta ku hûn li dijî polîtîkayên şer nesekinin, ev derdor me bi tenê naxwe, me xelas nake, hemû gel û kedkarên li Tirkiyeyê xelas dike. Hêj duh parlamenterekî me ev tişt got; Ev welat bûye navenda baron û çeteyên tiryakê. Her meh bi dehan ciwan tên qetilkirin. Ev pergala bêhiqûqî û derqanûnî bandor li hemû civakê kiriye. Her yek ji me neçare ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ve girê bide. Em careke din dibêjin; nêzîkatiya li dijî birêz Ocalan nêzîkatiya li dijî daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê kurd e. Yekser bi şerê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn re têkildar e.”

‘Derhiqûqtî bûye hiqûq’

Bi domdarî Çîçek bal kişand ser “qedexeyên” li ser Îmraliyê û wiha dom kir: “Girtîgehekê bifikirin ku ji sala 2011’an heta niha parêzeran tenê 5 hevdîtin kirine. Ji sala 2014’an heta niha jî malbatan tenê karîne 5 hevdîtinan bikin. Di nava 25 salan de girtiyan tenê karîne 2 caran mafê axaftina li ser telefonê bi kar bînin. Hevdîtina dawî di jêrzemîna avahiya edliyeyê bi awayekî korsanî hatiye kirin û ji ber ku bi kêrî karê wan nehat, rayedaran ev hevdîtin bi 2.5-3 deqeyan bisînor kir. Ez qala hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re dikim. Hevdîtina di 25’ê adara 2021’an de hatiye kirin. Gelo ku dera vê hiqûq e, çi tiştê vê edalet e? Lewma em dibêjin ku li vî welatî derhiqûqtî bûye hiqûq û derqanûntî bûye qanûn. Ev rejîm bi pêşeroja me tevan dilîze. Heke li vî welatî pirsgirêka ked û kedxwariyê hebe, vê yekê girêdana xwe yekser bi tecrîda li Îmraliyê re heye. Girêdana xwe yekser bi polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye.

Peywira xwezayî ya her kesî ye

Heke ji bo şer 7 milyar dolar hatibin xerckirin, divê gelên me yên kedkar li gel çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bin. Heke em qala qirkirina jinan bikin, sedema vê pergala serdest a mêr e ku encama şer e. Ev rewş, raste rast encama şerê li dijî kurdan e. Lewma têkoşîna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û ya li dijî polîtîkaya agahînegirtina mutleq, tenê têkoşîna komekê nîne. Peywira xwezayî ya her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, peywira her kesê li gel pêşerojeke demokratîk û azad e. Deynê wan ê li dijî vê xakê ye.

Em bi kompaseke hiqûqê re rû bi rû ne

Duh, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Bi kompaseke hiqûqê re rû bi rû man. Parlamentera me Hûda Kaya di çarçoveya Doza Kompasê ya Kobanê de hate binçavkirin û girtin. Kobanê, şoreşa jinan e. Kobanê, sembola rûmetê ya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Di Roja Kobanê de li dijî hevala me birêz Huda Kaya kompaseke wiha hate kirin. Ev yek, di heman demê de kîn û nefreta îktîdarê ya li dijî nirxên azad ên vê erdnigariyê ye.

Bal kişand ser darbe û destûra bingehîn

Weke duh, em ê îro jî sibe jî durûtî û riyakariya li dijî agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê li rûyê rayedarên vî welatî bidin. Ev îktîdar û rejîm, li ser rexnekirina rejîma 12’ê Îlonê bû îktîdar. Di her firsendê de dibêje ku destûra bingehîn a 12’ê Îlonê destûra bingehîn a darbeyê ye. Di halê hazir de li Îmraliyê qanûna darbekaran jî ji holê hatiye rakirin. Heta sepanên wan ji yên darbeyê jî xerabtir in. Di rewşeke wiha de qala destûra bingehîn a nû dike. Jidil nînin û divê vê nakokiya xwe bibîne.

Serlêdana ji bo wezareta dadê

Em careke din bang li dewletê û yên wê birêve didin dikin ku rêzê ji bo qanûnên xwe bigirin. Em dixwazin ku birêz Ocalan bikare ji hemû mafên xwe yên qanûnî sûd bigire. Li gel hevalên xwe yên komê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re em ê bi awayeke komî serî li Wezareta Dadê bidin. Ji ber pirsgirêka kurd û çareseriya demokratîk em dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Em ji tecrûbeyên berê dizanin ku di vê mijarê de xwedî roleke krîtîk û dîrokî ye. Ev serlêdan di heman demê de serlêdana ji bo vexwendina li hiqûqê ye. Saet di 16.00’ê de dê bi destê Serokwekîlên koma partiya me ev serlêdan bi komî were kirin.”