4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê girtin

Nivîskar Dilşah Kocakaya ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re gotarek nivîsandibû û derheqê wê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Dadgehê li ser vê angaştê Kocakaya girt

Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Nivîskar Dilşah Kocakaya jî ji bo piştevaniyê rojnameyê re di rûpela forumê ya rojnameyê de gotarek nivîsand. Ji ber gotarê, derheqê Kocakaya de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin û salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Cezayê Kocakaya di 21’ê tîrmehê de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Kocakaya duh li Edîrneyê hate binçavkirin. Kocakaya ku birin Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê, piştre derbasî edliyeyê kirin. Dadgehê jî biryara girtine da û şandin girtîgehê.

Hat zanîn ku agahî bi malbata Kocakaya re nehatine parvekirin bê ka birine kîjan girtîgehê.

Celalettîn Can jî girtibûn

Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, ji ber ku beşdarî kampanyaya “Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê (bi KHK’ê hat girtin) bû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin û sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî ku cezayê li Can hatibû birîn hat pesendkirin, Can di 1’ê îlonê de girtin. Can niha di Girtîgeha Hejmara 5’an a Marmarayê de ye.