4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên li dijî windakirina rojnamevanê ROJNEWS’ê zêde dibin

Hêzên PDK’ê 9 roj berê edîtorê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed revandin û winda kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî binçavkirin û windakirina Ehmed her ku diçe zêde dibe

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, hêzên PDK’ê ew revandin û 9 roj in winda ye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) der barê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyek weşand. CPJ anî ziman ku rojnamevan Silêman Ehmed ê Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ye û wiha got: “Ehmed hemwelatiyê Sûriyeyê ye. Ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve li deriyê Pêşxabûr hate revandin û windakirin.”

Kordînatorê Bernameya Komîteya Parastina Rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Şerîf Mensûr xwest rayedarên herêmê demildest cihê Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bikin û got: “Divê rojnamevan Ehmed bêşert û merc azad bikin. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan bi her cûre gef û êrişan re rû bi rû bimînin. Tên binçavkirin, îşkence li wan tên kirin. Divê rayedarên Herêmê rê bidin rojnamevanan karê rojnamevaniyê bi awayekî azad û bêtirs bikin.”

Şerîf Mensûr, destnîşan kir ku ji bo wergirtina agahiyên derbarê Rojnamevan Silêman Ehmed de, peywendî li gel Berpirsê Liqa Yek ya PDK’ê Elî Ewnî ku desthilata Dihokê di dest de ye û Rêveberê Asayîşa Dihokê Zêrevan Beroşkî çêkirine. Lê bi ti awayekî bersiv nehatiye dayîn. Heman demê de Berdevkê Asayîşa Dihok û Hewlêrê Aştî Mecîd jî bi heman gotinên di facebook’ê de belavkirî ji CPJ re ragihandiye.

Berteka parazvanên mafên mirovan

Serokê Navenda Mafên Mirov a Iraqê Elî Ebadî jî anî ziman ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve berovajiyê yasaya partiyane û wiha got: “Wê ev yek PDK’ê rûbirûyê rêkarên yasayî bike. Ji ber ku li Parlementoya Iraqê deng li ser yasaya partiyan hatiye dayîn û bi wê yasayê karê partiyan hatiye diyarkirin.”

Elî Ebadî di destpêka axaftina xwe de revandina rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Karên bi vî rengî navê Iraqê reş dike, ji ber wê revandina Silêman Ehmed a ji aliyê PDK’ê ve berovajiyê yasaya partiyane. Di aliyê yasayî de PDK rûbirûyê pirsgirêkên mezin dibe. Yasaya partiyan ku li Parlementoya Iraqê deng li ser hatiye dayîn, karê partiyan diyar kiriye.”

Di dawiyê de Elî Ebadî got: “Kiryarên bi vî rengî yên li beramberî rojnamevanan tên kirin, ji aliyê civaka navneteweyî ve xirab tên nirxandin. Pêwîste rêz li dengên azad were girtin. Ji berku cîhana rojnamevanî pir rengî û cûdahiyên xwe hene. Ji bo wê revandina rojnamevan Silêman Ehmed a li deriyê Fîşxabûr cihê xemgîniyê ye. Divê desthilatdarên Hewlêr di zûtirîn dem de wî rojnamevanî berdin.”

Bertek zêde dibin

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) jî binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û bang li sendîka û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî kir ku ji bo berdana Ehmed bikevin nava liv û tevgerê.

Dîsa rêxistinên Federasyona Ronûs, çalakvanê mafên mirovan Ubeyde Mihemed, Navenda PENa Kurd, rojnameger, siyasedmedar û gelek parazvanên mafên mirovan bi bertekên cuda nerazibûnên xwe anîn ziman û xwestin demildest Silêman Ehmed serbest bê berdan.