spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bexdayê 450 milyar dînar ‘deyn’ ji bo Başûr şand

Hikûmeta Iraqê beşa yekem a 700 milyar dînarê ku wê ji Herêma Kurdistanê re bişandina bi qasî 450 milyar dînarî weke “deyn” şand.

Hikûmeta Navendî ya Bexdayê beşa yekem a 700 milyar dînarê ku wê ji Herêma Kurdistanê re bişandina şand. Li gorî nûçeya ku Rojnnewsê daye, Iraqê 450 milyar dînarî weke deyn ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê re şandiye. Li bendê ye ku roja yekeşemê jî beşa duyemîn a bi qasî 250 milyar dînarî ji bo Herêma Kurdistanê bê şandin. Piştî şandina beşa duyemîn wê lîsteya mûçeyan bê belavkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji ber nedan û paşketina mûçeyan li beşeke zêde ya Silêmanî û Helebce, Germiyan û Raperîn boykot hatiye ragihandin.