spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîs û leşkeran 130 zarok kuştin

Xizmên windahiyan li gel Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di hefteya 689’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiye de xizmên windayan, nûnerên Şaxên Egîtîm-Sen û Odeya Tabiban ên Amedê amade bûn. Endama Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Nerîman Dînçkan daxuyanî xwand. Dînçkaya, anî ziman ku bi minasebeta 23’ê Nîsanê destnîşan dikin ku gelek zarok gelek zarok ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin û wiha got: “Di salên 90’î de gelek zarok bi polîtîkayên dewletê yên tundiyê re rû bi rû man. Tirkiyeyê Zagona Parastina Zarok û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbuyî îmze kiriye. Lê hê jî mafên zarokan tê binpêkirin.

27 zarok di bin çavan de winda kirin

Dînçkan anî ziman ku 27 zarok di bin çavan de hatin windakirin û navên wan wiha rêz kir: “Dîlek Serîn (3), Ahmet Akbaş (15), Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mahmût Abak (16), Farujk Aksan (16), Ahmet Sanir (15), Îlyas Dîrîl (12), Zekî Dîrîl (16), Deham Guney (17), Ahmet Dansık (14), Yahya Akman (16), Abdulazîz Gaysak (12), Loqman  Kaya (16), Munîr Saritaş (13), Nûrî Dayan (14), Metîn Budak (14), Servet Îpek (15), Çayan Çîçek (15), Umît Taş (12), Zekî Ak Yildiz (16), Sabah Oruç (17), Orhan Yakar (16), Fatîh Kaya (15), Yilmaz Gumuş (17), Mehmet Şîrîn Maltu (17). Ev kes di bin çavan de hatin windakirin. Lê dewlet windakirina wan a di bin çavan de qebûl nake.”

Nerîman Dînçkan anî ziman ku polîtîkayên bêcezakirinê her tim berdewam kir û wiha axivî: “Di sala 2004’an de Ugur Kaymaz li Qoserê bi bavê xwe re hat qetilkirin. Di sala 2006’an de Enes Ata li Amedê bi fîşeka gazê hat qetilkirin. Di 2006’an de Abdullah Duran bi çekên hêzên ewlehî hat kuştin. Di 2009’an de Ceylan Onkol li Licê hat qetilkirin. Di 2011’an de Berkîn Elvan li Stenbolê hat kuştin. Di 2015’an de Hêlîn Hasret Şen li Sûrê hat kuştin.”

Polîs û leşkeran di 10 salan de 130 zarok kuştin

Dînçkan raporên ÎHD’ê jî bibîr xist û got: “Di navbera 2010 û 2021’an de 73 zarok bi guleyên polîs û leşkeran hatin kuştin.  Polîs û leşkeran 18 zarok bi meşîneyên zirxî kuştin. 39 zarok jî bi mayînan hatin kuştin.”

Dînçkan herî dawî anî ziman ku dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got: “Heta ku faîl bêne darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li ser navê heqîqetê, edalet û wîcdanê didomînin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.