7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan 15 enternasyonalîst binçav kirin

Polîsan li Rihayê 15 ciwanên enternasyonalîst binçav kirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk bi armanca êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin xwestin li Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo tev li kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin bibin, ji welatên cuda yên Ewropayê hatin û ji bo hin rêzêserdanan li Kurdistanê ne xwestin tev li daxuyaniyê bibin.

Polîsan ciwan bi erdê re kaş kirin

Endamên partiyê yên li avahiya Rêxistina HDP’a Rihayê civiyan, xwestin bimeşin Navenda Bahçivan. Lê polîsan bi hinceta “qedexeya walîtiyê” heye bûn asteng. Endamên partiyê destnîşan kirin ku qedexe “li dijî hiqûqê” ye û bertekên xwe anîn ziman.

Ciwanên enternasyonalîst jî ji bo tev li daxuyaniyê bibin hatin ber avahiya partiyê. Polîsan bi hinceta “tevlibûna daxuyaniyê ya kesên biyanî qedexe ye” nehiştin ciwan bikevin avahiya partiyê. Polîsan liv ir 15 ciwanên enternasyonalîst binçav kirin. Polisan destê ciwanan li pişt wan kelemce kirin û bi erdê re kaş kirin. Piştre birin Midûriyeta Polisan a Rihayê.

Girseya ku parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kûnt Ayan di nav de jî, di ketina avahiya partiyê de bi mertalan hate dorpêçkirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşanî dorpêçê da. Polîsan bi mertal, cop û gaza îsotê êrişî girseyî kir.

Polîsan xwest parlamenter Ayanê bi darê zorê ji nava girseyê derxînin. Ayan, bertek nîşanî dorpêçê da û axivî. Polîsan endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mîzgîn Çîftçî ku di nava girseyê de cih digirtin, bi lêdanê binçavkirin.

Ayan a tevî êrişa polîsan axivî, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. 15 ciwanên enternasyonalîst û ciwanên HDP’î yên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.