spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan û aktîvîstên Kenyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

​​​​​​​Rojnamevan û aktîvîs kenyayê diyar kirin ku ew weke mirovên azad ên neteweya Oromo, tev li pêngava “Ji bo Rêber Abdullah Ocalan Azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûne. Rojnamevanan banga azadiya fizikî ya Ocalan kirin.

Rojnamevan û aktîvîs Kenyayê weke mirovên azad ên neteweya Oromo ji bo tevlî pêngava  ku di asta cîhanê de hatiye destpêkirin, daxuyaniyek dan. Aktîvîsta siyasî Soretî Bulbula Kadîr û rojnamevan Leîsa Dhaba li Naîrobî daxuyanî dan. Daxuyaniya aktîvîst û rojnamevanan wiha ye:

“Em weke mirovên azad ên neteweya oromo, ji bo tevlî bangeke navneteweyî bibin em li vir civiyan e. Banga me jî serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan e. Ragirtina Ocalan ji aliyê desthilatdariyê tirk ve ku ev 3 sal in bêyî bi malbat, hevrê û konseya hiqûqî re hevdîtin bike dewam dike û pêkanînên li dijî girtiyên siyasî nîşaneya binpêkirina pîvan û standartên navneteweyî ne. Bi taybetî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rasterast binpêkirina xala 5’emîn a Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e.

Şert û mercên ragirtinê yê ku rewşa tenduristiyê û xetereya jiyanê ya Ocalan ji aliyê gelê Kurd û hevkarên wan nayê zanîn, bi awayekî eşkere wekî muameleya hovane, nemirovî û biçûkxistinê tê pênasekirin. Her çendî dewleta Tirk ji bandor û hêza xistina tevgerê ya Ocalan ditirse jî, ji bo ku dewleta Tirk bersiveke têrker ji pirsgirêkên siyasî yên dîrokî yên gelê Kurd re bibîne, beşdarbûna rêberên siyasî yên weke Ocalan di pêvajoyên diyalog û muzakereyê de girîng e. Em îro li ser vê esasê beşdarîbûna pêngava cîhanî ya ji bo azadiya bira û dostê me Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin tercîh dikin. Ji ber ku em jî dizanin tundiya di encama hewirdora siyasî, dikare zehmetiyên çawa li ser gel, malbat an jî kesên ku yekser rast lê hatibin dike.

Oromo ku mezintirîn neteweya xwecî ya li Etiyopya û Kevana Afrîkayê ye, dostên me jî mîna gelê kurd ji bo azadî û çarenûsa wekhev têdikoşin, rastî şîdeta siyasî tên. Îro me bang li civaka xwe ya berfireh kir da ku beşdarî banga me ya hevgirtina kolektîf bibe û niha jî em ê demekî ji wan kesên ku bi awayekî fîzîkî nikarin beşdarî vê civîna çapemeniyê bibin, peyamên hevgirtinê bi Ocalan û gelê Kurd re parve bikin.

Çawa ku em ji bo azadiya Abdî Regassa û Lamî Begena ku niha endamên Eniya Rizgariya Oromo girtî ne, em banga azadiya Abdullah Ocalan jî dikin. Çawa ku me berê banga berdana endamên kongreya Federaliya Oromo ya girtî Jawar Mohamed û Bekele Gerba kiribû, em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan jî dikin. Çawa ku em daxwaza azadkirina bi sed hezaran girtiyên siyasî yên Oromayê dikin, em daxwaza azadkirina demildest û bê şert û merc a Abdullah Ocalan û azadiya tevahî gelê Kurd û axa Kurdistanê dikin.”

Oroma kîne?

Oromo komek etnîkî ya li Kevana Afrîkayê ye ku li Etiyopyayê dijîn, bi piranî li herêma federasyona Oromia, lê li Somalî û bakurê Kenyayê jî têne dîtin. Ew koma etnîkî ya herî mezin li Etiyopya û Kevana Afrîkayê bi tevahî temsîl dike. Li gorî serjimêriya 2007, ew ji sedî 34,5 ê nifûsa Etiyopyayê pêk tînin, lê çavkaniyên din texmîn dikin ku ew ji sedî 40 pêk tînin. Hejmarên Oromo yên li Etiyopyayê ji 40 mîlyonî zêdetir ji nifûsa giştî ya ku di sala 2022’yan de 113 mîlyon tê texmîn kirin. Lê belê, Oromo bi desthilatdariya Etiyopyayê re di şer de ne. Pevçûn di navbera artêşa federal û Artêşa Rizgariya Oromo de diqewimin.