28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo hêzên parastinê konê şînê danîn

Bi sedan şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbatên endamên Hêzên Têkoşîna dijî Madeyên Hişbir Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî herêma Dêrikê de jiyana  xwe ji dest dabûn

Meclisa malbata Şehîdan a Herêma Firatê ji bo 2 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho yên ku di êrişa Tirkiyeyê ya 9`ê Cotmehê de şehîd bibûn, merasîma sersaxiyê li dar xist. Konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hat vedan û bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn. Li bin kon, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl axivî. Bozan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker.

Ji endamên rêveberiya Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hiso jî axivî. Macîda sersaxî ji malbatên 29 şehîdên êrişa 9`ê Cotmehê re xwest û got: “Şehîdan ji bo azadiya gelê Kurdistanê canê xwe feda kir. Em dizanin ku em di meha komployê de ne. Ev êriş jî berdewama komployê ye. Lê em heta dawiyê têbikoşin.”

Li ser navê partiyên siyasî jî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Îsa diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û got: “Em ê ji bo azadiya gelê xwe her li hember diminan têbikoşin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.