8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bikaribin bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo ku bikaribin bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran hevdîtin bi Ocalan re kirine.

Hevdîtina herî dawî parêzeran di 7’ê tebaxa 2019’an de pêk anîbû.